‘Kurdên Başûr li Almanyayê zarokên xwe fêrî Erebî dikin’

21-02-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Zimanê Kurdî Dîaspora
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporên zimanê Kurdî yên li Almanyayê di dîbeyteke taybet a Rûdawê de pirsgirêkên daxwaza kêm a li ser fêrbûna zimanê Kurdî û çareseriyên ji bo pêşxistina zimanê Kurdî gotûbêj kir.

Mijara bi navê Parastina Zimanê Kurdî li Dîasporayê ji aliyê pêşkeşkarê bernameya Dîasporayê Hêmin Ebdullah di Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî de hat pêşkêşkirin.

Fetah Tîmar nêzîkî 50 salî ye li Almanyayê dijî û gelek kes fêrî nivîsandina bi zimanê Kurdî kiriye.

Xunav Hacoya Seroka Komeleya Ronahiyê û mamosteya zimanê Kurdî, Abdullah Încekanê ku di warê akademiyê de li dîasporayê xizmeta zimanê Kurdî kiriye û mamoste û pisporê zimanê Kurdî Xende Xalîdê rewşa zimanê Kurdî li welatên Ewropayê bi giştî û li Almanyayê bi taybetî nirxand.

Li herêmeke Almanyayê 5 dibistanên Kurdî hene û zimanê Kurdî zimanê fermî ye

Xunav Hacoya yek ji amadekarên pirtûka “Ajalên Min” ku bi zaravayê Kurmancî ye û li Almanyayê ji bo fêrbûna Kurdî tê bikaranîn da zanîn ku li herêma Nordrhein-Westfalena Almanyayê bi awayekî fermî dersa Kurdî tê dayîn û 5 dibistan hene ku nêzîkî 210 xwendekaran tê de hene zimanê Kurdî dixwînin.

Hacoyê diyar kir ku ew hewl didin gelek kesan fêrî zimanê Kurdî bikin.

Di dîbeytê de Fetah Tîmar destnîşan kir ku ji sala 2007an ve li Nordrhein-Westfalenê perwerdeya bi Kurdî heye û piraniya zarokên ku Kurdî dixwînin li wê herêma Almanyayê ne.

Tîmar diyar kir ku bi piranî Kurdên Êzidî yên li herêmê zarokên xwe dişînin perwerdeya Kurdî.

Li Almanyayê zêdetirî 700 zarokî zimanê Kurdî dixwînin

Tê gotin ku zêdetirî milyonek Kurd li Almanyayê dijîn. Kurdî li 6 ji 16 herêmên Almanyayê tê xwendin. Bi giştî zêdetirî 700 xwendekar fêrî Kurdî dibin.

Abdullah Încekan da zanîn ku li gorî hejmara Kurdên li Almanyayê hejmara zarokên ku Kurdî dixwînin pir kêm e. Wî beşek ji sedema vê jî bi “xemsariya” malbatên Kurd a li hemberî zimanê xwe ve girê dide.

Încekan sedemeke din a nebûna kêmiya xwendekarên Kurdî li sîstema îdarî ya Almanyayê ve girê da:

“Kurdî wek zimanekî bijarde divê her sal were hilbijartin. Divê li bajarekî 15 kes hilbijêrin ku were xwendin û her sal divê ev yek dubare bibe.”

Li her bajarekî heger 15 xwendekar bixwazin bi Kurdî bixwînin, divê hemû li heman dibistanê bên cem hev û ev yek jî astengiyan ji çûnûhatina xwendekaran re çêdike.

Xende Xalîd tevî ku Kurd e û pispora zimanê Kurdî ye, niha li dibistanekê dersên Erebî dide xwendekaran.

Xende Xalîdê anî ziman:

“Kurd hest bi berpirsiyariyê nakin û zarokên xwe naşînin perwerdeya Kurdî ku Erebên li Almanyayê girîngiyê didin zimanê xwe.”

“Kurdên Başûr li Almanyayê zarokên xwe fêrî zimanê Erebî dikin”

Pispora zimanê Kurdî Xende Xalîdê got:

“Bi min ne xweş e û ez ji neçar zimanê Erebî fêr dikim lê tiştekî ecêb e ku gelek Kurdên ji Dihok, Silêmanî, Hewlêr û Kurdên Êzidî li cem min fêrî Erebî dibin.”

Lê Xunav Hacoyê anî ziman:

“Divê em mamoste zêdetir hewl bidin, Kurd dihatin cem me û Erebî dixwendin lê me ew bi zorê vegerandin, pirsgirêk ew e ku Kurd ne xwebexş in, hewcedariya me bi xwebexşî û koman heye.”

Mamoste û pisporên zimanê Kurdî yên li dîasporayê di warê fêrkirina Kurdî de rastî gelek pirsgirêkan tên. Xunav Hacoyê li ser vê got:

“Gelek astengên din ên wek nebûna pirtûkan, pirbûna zaravayên Kurdî, nebûna dibistanên baş li Almanyayê hene.”

Hin zarokên Kurdistanê hene ku di dibistana seretayî de dixwînin û diçin welatên Ewropayê ji bo ku hînî ziman û çanda wî welatî bibin bi zimanê wî welatî dixwînin. Xunav Hacoyê got:

“Eger dê û bav alîkariyê nekin, zimanê wan ê Kurdî dê bihele.”

Fetah Tîmar da zanîn ku pisporan ev yek piştrast kirine ku heger zimanê zarok ê yekem baş be, zarok dikare zimanên duyem, sêyem, çarem û hwd. baştir hîn bibe.

Fetah Tîmar rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û got:

“Heta niha li dîasporayê ji bo zimanê Kurdî nikarine tiştekî bikin, dikaribûn bi rêya pêwendiyên xwe yên siyasî gavan bavêjin. Em nikarin her tiştî bixine stûyê malbatan.”

Abdullah Încekan jî da zanîn ku li Almanyayê avakirina rêxistinan hêsan e û çi li Herêma Kurdistanê çi dewlemendên li Ewropayê dikarin rêxistinan ava bikin û xizmeta zimanê Kurdî bikin.

“Li Kolnê tenê mamosteyekî Kurdî heye”

Xende Xalîdê diyar kir ku nêzîkî 70 mamosteyên Tirk û 8 ên Ereb li Kolnê hene lê tenê mamosteyekî Kurdî heye li ser sedema wê jî got, “Xwendekar û zarokên Kurd ên dixwazin fêr bibin kêm in.”

Divê li dîasporayê ji bo zimanê Kurdî çi were kirin?

Încekan da zanîn ku li Almanyayê mamoste, perwerde, medya, xêzefîlm, televîzyon û lîstikên tabletan hemû bi Almanî ne û got:

“Divê em rêyeke nû bibînin, li ser tabletan lîstikên bi Kurdî amade bikin, xêzefîlmên Kurdî çêbikin û ji bo pêşxistina ziman hemû hewlan bidin.”

Abdullah Încekan got:

“Ez ji paşeroja zimanê Kurdî geşbîn im, ji ber ku îro li Kurdistanê û li derveyî welêt gelek mijar hene û gelek ji wan li ser înternetê hene loma Kurdî di nav Kurdan de belav bûye û cihê xwe girtiye.

Tiştê ku maye birêxistinkirin û birêvebirina wê ye. Bar li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pispor û kesên ku kar û têkoşîna dîasporayê birêve dibin e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst