Putin ligel Macron û Scholz axivî

21-02-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ji Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re got ku ew plan dike ku di demek nêzîk de li ser Donbasê biryarnameyek îmze bike.

Di daxuyaniya Kremlînê de hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn bi hevtayê xwe yê Fransî Macron û Serokwezîrê Almanyayê Scholz re bi telefonê axivî û ew ji encamên civîna Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê agahdar kirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Kremlînê, Putîn li ser telefonê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re axivî û encamên civîna Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê agahdar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tekezî li ser vê yekê hate kirin ku îro rêberên komarên gel ên Donetsk û Lûganskê yên ku serxwebûna xwe ragihandine”, ji ber aloziyên li Ukraynayê, daxwaza naskirina serweriya xwe kirin.

Di beşeke din a di daxuyaniyê de hat gotin, “Serokê Rûsyayê got ku ew plan dike ku di demeke nêzîk de biryarnameyekê îmze bike.Serokomarê Fransayê û Serokwezîrê Almanyayê nerazîbûna xwe li hember vê pêşveçûnê nîşan dan. Serkirdeyan jî amadebûna xwe ji bo berdewamiya peywendiyan diyar kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst