Berbijêrê Biden bo Wezîrê Dadê tekezê li ser parastina “mafên mirov” dike

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Biden bo Wezîrê Dadê Merrick Garland roja Duşemê diçe Encûmena Pîran bo eşkerekirina bernameyê xwe yê çar salên pêş berî ku bi fermi wek wezîr sond bixwe. Di bernameyê Garlan de heye ku li pêş senatoran tekezê li ser parastina `mafên mirov` û `rûbirûbûna terora navxweyî` bike.

Berbijêrê 68 salî ku berê dadwerê yek ji 13 dadgehên îstînafê yên Amerîkayê bû, dibêje erkê Wezareta Dadê bo cîbicîhkirina yasaya mafên sivîlan a sala 1957an wek daîmî pêwîst dimîne, ji ber hê jî di sîstema dadwerî ya Amerîkayê de yeksanî nîne.

Garlan dibêje, “civakên rengên cuda û kêmîne hê jî di niştecîhbûn, perwerde û ser kar de li Dadgeha Tawanan zilm li wan tê kirin.”

Merrick Garland di sala 2016an de berbijêrê Obama bû bo Dadgeha Bilind, lê ji ber wê demê Komarî li Encûmenê piranî bûn, Serokê Berê yê Amerîkayê nikarî bigihe armanca xwe. Eger Garland bû wezîr, lêpirsîna derbarê Trump û êrîşa 6ê Çileya îsal a ser Kongresê dibe yek ji karên herî serekî yê wî berbijêrî.