Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê: Em bê bername ji Efxanistanê venakişin

21-02-2021
RÛDAW
Nîşan Lloyd Austin Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Amerîka Efxanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ragihand ku hêzên xwe ji Efxanistanê bê bername qet venakişînin û bi awayekî berpirsyarane wî karî dikin.

Lloyd Austin da zanîn ku Amerîka vekişandineke bilez û neorganîzekîrî ya hêzên xwe ji Efxanistanê nake lê divê tundûtûjî kêm bibe û gotûbêjên taybet bi cîgirkirina aştiyê jî ber bi pêş de biçin.

Meha Sibata 2020an, îdareya berê ya Amerîkayê ligel Tevgera Talîbanê li bajarê Doha yê Qatarê gehiştin rêkeftina aştiyê û tê de agirbest, gotûbêjên navbera Talîban û hikûmeta Efxanistanê hatin ferzkirin li beramber vekişîna hêzên Amerîkayê ji wî welatî.

Îdareya Biden soz da wê rêkeftinê di ber çav re derbas bike û dûr jî nedît guhertinan tê de bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ragihand ku Amerîka qet bilez û bi awayekî neorganîzekirî hêzên xwe ji Efxanistanê venakişîne û divê tundûtûjî li wî welatî kêm bibe û pêşveçûn di gotûbêjên navbera hikûmeta Efxanistan û Talîbanê de çêbibe.

Lloyd Austin got: “Me ji hevpeymanên xwe re gotiye, encama diberçavre derbaskirina rêkeftina me her çi be, qet nabe bibe sedema wêya ku Amerîka hêzên xwe ji Efxanistanê bilez û neorganîzekirî vekişîne, herwiha heta niha ji aliyê îdareya Biden ve biryar li ser şêwaz û hejmara serbazên Amerîkayê li Efxanistanê nehatiye dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst