NY: Hewramî û Kildanî di bin gefa jinavçûnê de ne

21-02-2019
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Zimanê Kurdî Devokê Hewramî Zimanê Kildanî Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

New York (Rûdaw) – Li gor raporta Neteweyên Yekbûyî devokê Hewramî û zimanê Kildanî di nav rêza wan zimanan de ne, ku gefa jinavçûnê li ser e. Neteweyên Yekbûyî zimanê Kurdî were gefliser diyar nekiriye.

 

Devokê Hewramî û zimanê Kildanî di rêzbenda zêdetirî du hezar zimanan de ne, ku Neteweyên Yekbûyî dibêje di bin gefa jibîrkirin û jinavçûnê de ne. Ev pêşbînî dibe ku pêk were, ji ber ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hejmarek ziman hatine bikaranîn, ku kêm kes navên wan bihîstine. Weke mînak, ziman û diyalekta "cihûyên Barzanî", ku li gor rêxistina UNESCO, tenê li sê gundên navçeya Akrê hatiye axaftin û kesa herî dawî ya ku vî zimanê bi kar dianî, jinek bû ku di sala 1998an de li Urşelîm koça dawî kir.

 

Neteweyên Yekbûyî zimanê Kurdî weke zimanekî gefliser diyar nekiriye, lê tê gotin ku li Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyê 56 ziman hene ku bi temamî hatine jibîrkirin, yan jî têne jibîrkirin.

 

Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq ji Rûdawê re diyar kir: “Em weke Neteweyên Yekbûyî, baweriya me wisa ye ku parastina ziman tê wateya parastina çand û şêwaza jiyanê, ji ber vê yekê divê giringî bi wê yekê were dayîn ku zimanên cuda werin parastin.”

 

Ji aliyê siyasî ve, li ser asta navdewletî, yekdengî li ser vê yekê tine ye: Axaftina bi zimanê dayîkê beşek ji mafên mirovan e.

 

Ferhan Heq herwiha behsa wê yekê kir ku "di sîstema Neteweyên Yekbûyî de, heta di çarçoveya mafên mirovan de em hewla parastina mafê wan kesan didin ku bi zimanê xwe diaxivin".

 

Yasayên navdewletî parastina zimanên gefliser misoger nakin, her çiqas parastina ziman û çand, beşek ji siyaseta Neteweyên Yekbûyî bibe jî.

 

Pisporê Yasayên Navdewletî Ehmed Fethî dibêje: “Ji bo parastina wan zimanên ku di bin gefê de ne yan jî ber bi jinavçûnê ve diçin, ti yasayeke navdewletî tine ye. Lê yekdengiyeke navdewletî heye ji bo parastina zimanên ku niha li cîhanê ne.”

 

Ev yekdengiya navdewletî ya li ser giringiya parastina zimanên cuda wisa kiriye ku niha Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bikare destpêşxeriyeke wê ya dîplomatîk hebe ji bo parastina ziman û çanda wan neteweyan ku bê dewlet in û weke neteweya resen hatine pênasekirin.

 

Seroka Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Maria Fernanda Espinosa diyar kir: “Me di vê navberê de ji bo parastina zimanên resen beşeke navdewletî damezrand û me hewl da neteweyên resen li Komeleya Giştî nûnerên wan hebin.”

 

Lê heta niha ti hewldaneke dîplomatîk nehatiye dayîn ji bo nasandina Kurdan weke neteweyeke resen, ku rê li ber wê yekê vedike ku nûnerê Kurdan li Neteweyên Yekbûyî hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst