Komek cihû bi hêceta piştgiriya filistîniyan hatin girtin!


Hewlêr (Rûdaw) – Li Îsraîl, komek welatiyên cihû bi hêceta ku piştgiriya filistîniyan kirine, hatin girtin.

Duh li bajarê El Xelîl ê Îsraîlê, derdora 200 filistînî bi helkefta salvegera komkujiya sala 1994ê ya bajarê El Xelîl kom bûn û xwepêşandan kirin. Komek welatiyên cihû jî piştgirî dan wan.

Di xwepêşandanê de alozî derket û di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan pevçûn derket.

Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê komek kes girtin ku di nav wan de 10 cihû jî hebûn.

Roja 20ê Sibata sala 1994ê, kesekî cihû yê nijadperest bi navê Barox Kapil, êrişî mizgefteke bajarê El Xelîl kiribû. Di encamê de 29 kes hatibûn kuştin û 150 kes jî birîndar bibû.

Barox Kapil, endamê rêxistineke nijadperest a cihû bû. Rêxistina han di wê baweriyê de ku nabe yek filistînî jî li Îsraîlê bimîne!

Ji payîza par ve heta niha, herî kêm 180 filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlî ve hatine kuştin.