Wezîrê Derve yê Danîmarka bo Rûdawê: Pêşmerge li kuderê be emê alîkar bin

Washington (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Martîn Lîdegaard eşkere kir ku Parlamentoya Danîmarkayê bi pirraniya dengan pesend kiriye ku di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge û Iraqê bike.

 

Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Martîn Lîdegaard, li ser şerê DAIŞê û çawaniya alîkarîkirina Pêşmerge û Iraqê ji Rûdawê re axivî.

 

Martîn Lîdegaard diyar kir ku ew him çek didin Pêşmerge û Iraqê him jî wan perwerde û fêr dikin û da zanîn, Danîmarkayê balafireke kargo ji bo Pêşmerge terxan kiriye û pê wê balafirê çekan dişîne Başûrê Kurdistanê.

 

Lîdegaard anî ziman ku Danîmarka bi alîkariya Brîtanyayê hêzên Pêşmerge jî perwerde û fêr dike û wiha axivî:

 

“Lê me niha perwerdeya Pêşmerge daye sekinandin çimkî em li parêzgeha Enbarê ya Iraqê hêzên iraqî fêr dikin.”

 

Wezîrê Deve yê Danîmarkayê ragihand ku parlamenterên Danîmarkayê bi pirraniya dengan pesend kirin ku Danîmarka alîkariya Pêşmerge û hikûmeta Iraqê bike, lewma Pêşmerge li kuderê şer bike Danîmarka dê alîkariya wan bike.

 

Martîn Lîdegaard diyar kir ku ew alîkariyên xwe bi rêya hikûmeta Iraqê re, ku hevalbendeke nêzîk a Danîmarkayê ye, dişînin û wiha axivî: “Em hêvîdar in ev piştgiriya me ji bo avabûna hikûmeteke vegir li Iraqê bibe alîkar da ku bikaribe xaka xwe biparêze.”