Kompaniyeke Brîtanî HSD-YPGê bi diziya petorlê tohmetbar dike

22-01-2023
RÛDAW
Kompaniyeke Brîtanî HSD-YPGê bi diziya petorlê tohmetbar dike
Kompaniyeke Brîtanî HSD-YPGê bi diziya petorlê tohmetbar dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya GulfSands ku kompaniyeke petrolê ya Brîtanî ye û navebda wê London e, Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê bi diziya petorlê tohmetbar dike. Pisporê pêwendiyên navdewletî li London parêzer Dr. Azad Dêwanî jî amaje bi wê yekê kir, dibe ku kompanyayê bi rêkeftina ligel hikûmeta Sûriyê ev raport amade kiriye daku hikûmeta Brîtanya razî bike bo rakirina sizayan.

Kompaniya GulfSands raportek belav kiriye Rêveberiya xweser Rojavayê Kurdistanê, YPG, HSD û Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) bi dizîna 41 mîlyon bermîl petrolê tohmetbar dike û dibêje buhayê wê petrola ku dizîne 2 mîlyar û 900 mîlyon dolar e, eger her bermîlek bi 70 dolaran be.

Di raporta wê kompanya Brîtanî de hatiye ku li herêmên Rêveberiya Xweser kontrol û çavdêrî li ser berhemanîna petrolê tune ye, ew jî dibe sedem ku gendelî û fesad zêde bibe û dahata wê petrolê ji cihê tarî re diçe û xelk qezencê jê nabîne.

Kompaniya GulfSands her wiha dibêje, berî 6 salan wê li Rimêlanê li zeviyên petrolê Blok No: 6 kar dikir, li wir petrol berhem dianî, lê ji ber cezayan ew neçar mabû dawî li karê xwe bîne û bi awayekî ne rewa hinek aliyên din wan zeviyan bi kar tînin.

Kompaniya GulfSands dixwaze li Rojavayê Kurdistanê û li nevçeyên Rêveberiya Xweser petrolê berhem bîne, daxwaza destûrê dike û dibêje, ew dê beşekî ji qezenca petrolê bide xelkê Sûriyê ji bo ku projeyên xwe yên geşepêdanê bi pêşxînin.

Pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Azad Dîwanî amaje bi wê yekê jî kir, dibe ku kompanyayê bi rêkeftina ligel hikûmeta Sûriyê ev raport amade kiriye daku hikûmeta Brîtanya razî bike bo rakirina sizayan.

Derbarê mijarê de Pisporê pêwendiyên navdewletî li London parêzer Dr. Azad Dêwanî bû mêvanê Rûdawê.

Dr. Azad Dêwanî got: “Rêjeya ku Gulfsands derbarê hilberîna petrolê de ragihand, dibe ku rast bin. Lê eger dizî û qaçaxî hebe, ne karê Kompaniya GulfSandsê ye vê yekê bibêje. Ji ber ku ev kompanî di dizî, gendelî û karên neyasayî li Sûriyê de şirîkê rejîma Esed e. Her wiha ev kompanî  bi qaçaxçîtiya diravên ku pismamê Beşar Esed ji bo Giravên Virgin tê tohmetbarkirin.”

Dêwanî diyar kir ku Bloka 26 di nav axa Rojavayê Kurdistanê de ye û got: “Bloka 26 cihekî di dilê Rojava de ye. Gulfsands petrola rejîma Esed û Kurdan didizî. Ne hewce ye ku were ravekirin ka li vir rûn çawa dizîne û bi hev re bikar aniye. Muxatabê vê yekê ne ez, lê rayedar û pisporên wê derê me. Lê ez di wê baweriyê de me ku kompanî  tenê ji bo ku bikaribe vegere herêmê û xebatên xwe bidomîne ev rapor weşand.”

Heta niha ne Rêveberiya Xweser û ne jî HSDê ti daxuyanî derbarê vê raporta vê kompaniyê de nedaye.

Kompaniya GulfSands

Kompaniyeke Brîtanî ya petrolê ye, navenda wê ya serke London e. Sala 2000 girêbesta karkirinê li Sûriyê ligel Hikûmeta Sûriyê îmze kir. Xwedana %50 ya Blok No: 26 yê petrolê ye li Rimêlan.   %5.7 ji qezencên xwe dida Sindûqa Meşriq a Weberanînê ya Ramî Mexlûf (Kurxalê serokê Sûriyê Beşar Esed). Gulana 2011an ji ber cezayên li ser Sûriyê karê xwe li wî welatî rawestand.  Heta niha girêbesta ligel Hikûmeta Sûriyê nehatiye hilweşandin û xwe weke xwediyê wê zeviya petrolê dibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst