Schumer: Ji niha û şûnde Encûmena Pîran cuda dibe

21-01-2021
Nîşan Amerîka Chuck Schumer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê kemîneya berê ya Encûmena Pîran Chuck Schumer, piştî destbikarbûna Joe Bide û Kamala Harris, bû serokê piraniya Encûmena Pîran û di yekem gotara xwe de piştî bû serok, amaje bi wê yekê da ku çar salên bên wek çar salên borî nabin û êdî nahêlin çareseriya pirsgirêkan were paşxistin û asteng ji wan re bên çêkirin.

Schumer ku di dema çar salên derbasbûyî de wek serokê kêmîne li Encûmena Pîran kar dikir û hertim ji aliyê piraniya Komariyan ve pirsgirêk jê re dihatin çêkirin, di yekem gotara xwe de piştî wergirtina piranî, got ji niha û şûnde Encûmana Pîran cuda ji dema berê kar dike.

Senatorê Demokrat rexne li karên berê yên Komariyan li Encûmena Pîran girtin û got: “Wan nedihiştin çareserî bo pirsgirêkan bên dîtin lewra Demokrat di siberojê de hewl didin bi hevbeşî ligel Komariyan bêyî danîna sînoran bo hevdu li çareseriya wan hemû pirsgirêkan bifikirin ku bi xelkê Amerîkayê ve girêdayî ne.”

Serokê Piraniya Demokratan Li Encûmena Pîran Chuck Schumer wiha axivî:“Divê nefesekê bistînim, çend demjimêr berî niha li aliyê rojavayê keleha demokrasiyê, Joe Biden û Kamala Harris dest bi pêkanîna îdareya nû li ofîsa serokatiya Amerîkayê kirin. Me rûpelekî nû di dîroka demokrasiya Amerîkayê de vekir. Ez gelekî bi hêvî me.

Serok Biden, guhê me lê bû ku vekirî behsa ajendeya xwe kir, pêwîst e bi hev re kar bikin, Serok Biden amaje bi başbûna niştimanî û giştî da, anî bîra me ku divê ber bi ku biçin.

Dema piranî li Encûmena Pîran guherî, wate encûmen cuda kar dike. Encûmena Pîran mameleyê ligel hemû astengiyan dike ku rûbirûyê vî gelî dibin bêyî ti paşxistinekê, yan hinek çareseriyên demkî û ne ji bin, lê em bê ti astengiyekê kar dikin, Encûmen ji niha û şûnde bi ciddî kar li ser krîza tendirûstî û aborî dike. Herwiha ji vê derê kar li ser yek ji mezintirîn gefan dikin bo ser zeviyê, ew jî wate guherîna keş û hewayê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst