DAVOS (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li 50yemîn Korbenda Aborî ya Cîhanî (WEF) ya ku li Davosa bajarokê Swîsrayê tê lidarxistin, ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiya.
Yekem civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêk hat.
Li gor agahiyên ji Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine wergirtin, Nêçîrvan Barzanî û Mevlutçavuşoglu di hevdîtinê de dawî pêşhateyên li herêmê û Iraqê û metirsiya terorê bo ser herêmê gotûbêj kirine.
Her wê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li bihêzkirina peywediyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirine û girîngî, bi hevkariya bo çareserkirina aloziyan û vegerandina aramî û seqamgeriya herêmê, dane zanîn.
Herwiha li gor ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê herdu aliyan çend mijarên din ên derbarê navçeyê gotûbêj kirine.
Nêçîrvan Barzanî dê di panêleke Davosê de biaxive
Pêştir Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, ku Nêçîrvan Barzanî beşdariyê di Korbenda Aborî ya Davosê de dike û li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres re dicive.
Di heman daxuyaniyê de hatibû gotin, ku Serokê Herêma Kurdistanê dê li Davosê bi hejmarek berpirsên welatên din re jî hevdîtinan pêk bîne.
Her li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “serok Nêçîrvan Barzanî dê di panêlekê de bi navnîşana Rojhilata Navîn a Neseqamgîr biaxive, ku têde dê encamên demdirêj ên aloziyên berdewam li Rojhilata Navîn ku bûne çavkaniya tirs û dilgiraniya mezin a cîhanî û navçeyî bêne gotûbêjkirin û dê behsa bandora stratejîk a qeyrana niha li ser aştî û istiqrara li Kendavê, Iraqê û Sûriyê bê kirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê di civînên xwe yên li Davosê de, “dê pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel civaka navdewletî, siyaset û helwesta Herêma Kurdistanê û pevguhertina nerînan li ser mijarên herêmî û cîhanî gotûbêj bike.”
Korbenda Aborî ya Davosê îro 21ê Çileya 2020 dest pê dike û heta 24ê vê mehê berdewam dibe. Birêveçûna vê korbenda aborî ya cîhanî hevdem e li gel bîranîna 50 salî ya damezrandina korbendê.
Di Korbenda Davosê de dê di jêr navnîşana “Ji bo Cîhaneke Yekgirtî û Pêşkevtî ya Berdewam” de, gotûbêj li ser mijarên cîhanî yên taybet bi aborî, sitaset, asayiş û seqamgîriyê bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse