Almanya li dijî qaçaxçiyên koçberan li 6 eyaletan operasyon kir

21-01-2016
RÛDAW
Nîşan Almanya Polîs Keştî Koçber Sûrî
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Bi armanca jinavbirina toreke qaçaxçiyên mirovan, duh (çarşemê) saet 6ê serê sibehê derdorê 500 polîsên alman hevdem li 6 eyaletan avêtin ser 17 malan û buroyekê. Di operasyonê de 17 kes hatin desteserkirin, pirraniya wan hemwelatiyên sûrî ne.

 

Ev tora qaçaxçiyên mirovan bi wê yekê tê tometbarkirin ku bi keştiyên xirabe yên bêyî kaptan bi hezaran koçber ber bi Ewropayê ve şandine mirinê û bi vê yeke bi milyonan Euro qezenc kirine.

 

Ji bilî polîsên federal, hêzên taybet yên GSG 9 jî tevlî operasyonê bûn. Operasyon li Berlîn, Hannover, herwiha li bajarên herêmên Nordrhein-Westfalen, Bayern û Sachsen pêk hat.

 

Di nav 17 kesên binçavkirî de, li hemberî 5 kesên sûrî doz hatin vekirin. Bi tometbariya ku wan “bi awayekî rêxistinkirî biyanî bi qaçaxî derbas kirine“, ew dikarin bi heta 10 sal girtîgeh bên cezakirin.

 

 

Dozgeriya giştî ya bajarê Dresdenê, ku serpereştiya operasyonê kir, di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku herî kêm 1766 mirov ji aliyê tora qaçaxçiyan ve derbasî Ewropayê hatine kirin. Li gor dozgeriyê, tora qaçaxçiyan bi şandina koçberan 9,5 milyon Euro qezen kiriye û şandina koçberan bo Ewropayê bi vî rengî pêk hatiye:

 

Qaçaxçiyên tirk û sûrî li beravên başûrê Tirkiyê, pirranî li Mêrsînê, keştiyên xirabe û yên veguhestina heywanan kirrîne û heta 800 koçber li wan keştiyan hatine siwarkirin, ku ji her koçbereki heta 4 hezar û 500 Dolar hatine standin. Beriya ku keştî bi rê ketiye, qaçaxçiyan kordînatên Yûnanistanê dane sîstema keştiyê û piştî çend kîlometreyan qaçaxçî ji keştiyê dûr ketine û berê keştiya beyî kapîtan dane ser behra ber bi Ewropayê ve.

 

Di civîna çapemeniyê ya li bajarê Dresdenê de nûnerekî polîsên Tirkiyê jî amade bû. Di vê operasyonê de polîsên herdu welatan hevkariya hevdu kirin. Li gor polîsên tirk, li çendîn bajarên Tirkiyê jî polîsan hejmarek kesên tometbar desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst