Parlamentoya Brîtanyayê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike

21-01-2015
RÛDAW
A+ A-

 

London (Rûdaw) – Desteya Karên Derve ya Parlamentoya Brîtanyayê ragihand ku divê di rêya serxwebûnê de piştevaniya Hewlêrê bê kirin.

 

Desteya Karên Derve ya Parlamentoya Brîtanyayê raportek amadeyê kiriyê û tê de dibêje ku pêwendiyên Brîntanyayê ligel kurdan ne xurt e û wiha didome.

 

“Berê Brîtanyayê nedixwest alîkariya kurdan bike. Divê niha Brîtanya ligel Herêma Kurdistana ku di aliyê serxwebûn û pêşketinê de gava diavêje, pêwendiyên xwe xurt bike.”

 

Desteyê raporê de diyar kiriye ku divê Brîtnaya, di mijarên aborî, leşkerî, perwerde û çandî de jî ligel Herêma Kurdistanê hevkar be.

 

Endamê Desteya Karên Derve ya Parlamentoya Brîtanyayê Ritchard Otawî ji Rûdawê re got Başûrê Kurdistanê heremek aram e û di aliyê demokrasyî de jî pêşketiye.

 

 Otawî wiha got: “Herêma Kurdistanê hevalbendiyê dixwaze. Heger Brîtanya ligel wan pêwndiyê xwe xurt neke dê hin fersend ji destê wê derbikeve û hinek din dê herêmê kontrol bikin.”

 

Ritchard Otawî herwiha got ku Başûrê Kurdistanê li Rojhilata Navîn dê ji hemûyan zêdetir hilbirî û hinerdeya petrolê bike û divê Brîtanaya petrolê wê jî bikire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst