Japon 5.1 milyon dolar wek alîkarî dide zarokên Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Japonê 5.1 milyon dolar dide nêzîkî 600 hezar zarok, nû ciwan û jinên Sûriyê yên pêwîstiya wan bi xizmetguzariyên perwerde, tendirustî û vekirina projeyan heye.

Roja 19ê Kanûna 2022ê, Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku hikûmeta Japonê 5.1 milyon dolar bi rêya wan dide nêzîkî 600 hezar zarok, nû ciwan û jinên Sûriyê yên pêwîstiya wan bi xizmetguzariyên perwerde, tendirustî û vekirina projeyan heye.

Li gor UNICEFê, 5.1 milyon dolarên Japonê bo zarokên herdû parêzgehên Hims û Hemayê hatine veqetandin ji bo di warê xizmetguzariyên perwerde, tendirustî û vekirina projeyan de sûdê jê bibînin.

Li aliyê din, UNICEFê eşkere kir ku hevbeşiyê dê ligel Japonê bike daku dibistan û navendên tendirustî li Sûriyê bên nûjenkirin, herwiha pirtûkên perwerdeyê û derfetên xwendinê bo zarokan bên dabînkirin.

Ji aliyê xwe ve, Karbirêkerê Balyozxaneya Japonê ya Şamê Hirofomi Miaki dibêje, welatê wî pabendê rûbirûbûna astengî û metirsiyên zarokên Sûriyê wan dibînin dibe.

Nûnera UNICEFê li Sûriyê Xade Kaşacî jî tekez kir ku UNICEF li ser başkirina xizmetguzariyên civakî yên bingehîn û bihêzkirina civaka xwecihî derbarê rûbirûbûna astengiyan de li Sûriyê berdewam dibe.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, niha li Sûriyê pêdiviya 6.5 milyon zarokan bi alîkariyên mirovî heye.