Von der Leyen: Demokrasî rûbirûyî pirsgirêkên nû tê

20-12-2021
RÛDAW
Nîşan Ursula von der Leyen Demokrasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Komisyona Ewropayê Ursula Von der Leyen li bajarê Milanoya Îtalyayê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Îro ev demokrasi bi pirsgirêkên nû re rû bi rû ye.

Von der Leyen, ji bo beşdarî merasîma vekirina 100emîn sala xwendinê ya li Zanîngeha Cattolicayê bibe çû bajarê Milanoyê ya Îtalyayê.

Ursula von der Layen di merasîmê de li ser platformên civakî axivî û diyar kir ku nîqaşên wan bi awayekî sîstematîk dijî demokrasiyê tên guhertin.

Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen di derbarê astengiyên li ser demokrasiyê de got "Îro ev demokrasi bi pirsgirêkên nû re rû bi rû ye. Piraniya nîqaşên me yên gelemperî li ser platformên civakî yên ku milkên sektorên taybet in tên kirin. Û dijberên demokrasiyê teknolojiyên nûjen bikar tînin da ku bi dezenformasyona sîstematîk nîqaşa me ya demokratîk manîpule bikin. Ewqasî dixwazin avê gemar bikin ku cudakirina rastiyan ji derewan mimkun nabe. Û ev yek baweriya gel dişkîne û xera dike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst