Parlamentoya Brîtanyayê rêkevtina Brexîtê pesend kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Brîtanyayê deng li ser rêkevtina Brexitê da û ew rêkevtin pesend kir.

Li Parlamentoya Brîtanyayê dengdan li ser rêkevtina Brexîtê ya ji bo cudabûna ji Yekitiya Ewropayê (YE) hat kirin.

Di encamê de li parlamentoyê, rêkevtina Brexîtê li hemberî 234 dengên ‘na’ bi 358 dengên ‘erê’ hat qebûlkirin.

Herwiha li gor vê yekê Brîtanya ji destpêka sala nû de, dest bi pêngavên derketina xwe ya ji Yekîtiya Ewropayê dike û heta roja 31ê Çileyê dê ji Yekîtiya Ewropayê derkeve.