Obama leşker şandine Başûrê Sûdanê

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Amerîka Barack Obama hişyarî da ku paşeroja Başûrê Sûdanê di metirsiyê de ye.


Obama di daxyaniyekê de got ku di çend salên borî de Başûrê Sûdanê pêşkeftinên mezin di ware nehêştina tundiyê de bi destx xistibûn, lê niha paşeroja wê di metirsiyê de ye.


Hevdem digel berdewamiya aloziya li Başûrê Sûdanê, îdareya Amerîka 45 leşker ji hêzên xwe yên taybet li wî welatî belavkirine.


Bi gotina Obama, ew leşkerê ji bo parastina hemwelatî û Balyozxaneya Amerîka li paytexta Başûrê Sûdanê Cobayê hatine belavkirin.


Berî niha Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji hemwelatiyên xwe kir ku ji Başûrê Sûdanê derbikevin.


Ev çend rojin Başûrê Sûdanê di nava aloziyekê de derbas dibe ku hikûmeta wê dibêje hewleke kodetayê ye.


Serokê Başûrê Sûdanê Sîlva Kiyêr da zanîn ku hêzên cîgirê wî yê berê Riyak Mişar li hember hewla kodetayê berpirsyar in.


Duh grûpên çekdarî yên li dijî hêzên dewletê şer dikin dest danîn ser bajarê Bor.