Hozan Aydin li nexweşxaneyê tê dermankirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Kurd ê navdar Hozan Aydin ji ber krîza dil li nexweşxaneyeke Berlînê tê dermankirin.

Hat zanîn ku Hozan Aydin doh li Berlîna paytexta Almanyayê ji ber gumana krîza dil birine nexweşxaneyê.

Hozan Aydin li Nexweşxaneya DRK Koepenickê hatiye razandin û hatiye tesbîtkirin ku 3 rehên wî xitimîne.

Du rehên wî bi anjiyoyê hatine vekirin lê ji ber ku rehek venebûye metirsî li ser jiyana wî heye.

Tedawiya hunermendê navdar li beşa nexweşiyên giran berdewam dike.