Fînlanda deriyên xwe yên bi Rûsyayê re digire: Sedem koçber in

20-11-2023
RÛDAW
Fînlanda deriyên xwe yên bi Rûsyayê re digire
Fînlanda deriyên xwe yên bi Rûsyayê re digire
Nîşan Fînlanda Rûsya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Deriyê Sînorî yê Noyamayayê yê başûrê Fînlandayê ku li ser sînorê Rûsyayê ye ji ber koçberan tê girtin.

Bi dehan otomobîl li vir li benda vekirina deriyê sînorî ne da ku ji Rûsyayê derbasî Fînlandayê bibin lê êdî ew deriyê sînorî vekirî namîne.

Nobedarê Sînorî yê Fînlandayê Cosî Viyanka anî ziman:

“Mixabin, ti tevgereke çûnûhatinê li ser sînor namîne û ev xala sînorî jî tê girtin.”

Fînlanda dibêje, di vê hefteyê de nîvê deriyên sînorî yên bi Rûsyayê re dê bêne girtin.

Fînlanda, Rûsyayê bi wê yekê tohmetbar dike, rê vedike koçber derbasî nava welatên Skandînavyayê bibin.

Sînorê di navbera Rûsya û Fînlandayê de hezar û 340 kîlometre ye ku sînorê herî dirêj ê welatên Ewropayî yê bi Rûsyayê re ye.

8 deriyên sînorî hene

Di vê rûberê de 8 deriyên sînorî yên fermî hene.

Fînlandayê 4 deriyên sînorî girtin ku hemû jî dikevin başûrrojhilatê wî welatî.

Di wî sînorî re rojane 3 hezar kes derbas dibûn.

Îsal 2 hezar û 70 koçber derbasî Fînlandayê bûne û daxwaza mafê penaberiyê li wî welatî kiriye û hejmara herî zêde ya koçberan Îraqî ne ku 314 kes bûn.

Tenê vê mehê 280 koçber ji Rûsyayê derbasî Fînlandayê bûne ku piraniya jî xelkê Sûriye, Îraq, Yemen û Sûdanê ne.

Koçberekî Sûriyeyî Yasir Elo got:

“Geşta min bi vî awayî bû. Ez gihîştim Moskowê û piştre çûm San Petersburgê û paşê jî çûm ser sînor.

Li wir berpirsekî Fînlandî em dîtin û nav û nasnameya me pirsî û niha jî em li benda bersiv û rêkarên gavên pêş in.”

Hikûmeta Fînlandayê dibêje, sala borî bêhtirî 5 hezar û 800 koçber derbasî wî welatî bûne û hejmareke zêde ji wan jî Îraqî û Sûriyeyî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst