MEKSÎKA - Pêlîstokek dengê koçberan li cîhanê belav dike: ‘Hêvî’

20-11-2023
RÛDAW
Pêlîstokek dengê koçberan li cîhanê belav dike
Pêlîstokek dengê koçberan li cîhanê belav dike
Nîşan Emel Koçber Meksîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rêwîtiya 14 welatan, “Emel ango Hêvî” gihişte bajarê Mexîcoyê ya paytexta Meksîkayê.

Bûka pêlîstok a li ser navê bi milyonan zarokên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li welatan digere daku xelkê ji êş û derdên penaber û koçberan agahdar bike.

Şêniya Mexîcoyê Claudia Curielê anî ziman:

“Ji bo me girîng e û şeref e ku Emel li vir e, li meydana herî girîng a welêt e da ku em peyameke pir girîng a aştiyê, hevqebûlkirin û hevgirtinê bidin cîhanê.”

Emel nûnertiya keçeke biçûk a ji bajarê Helebê dike ku ji ber şerê navxwe, bi zorê ji mala xwe hatiye derxistin û derbiderkirin.

Hevahengîkara UNHCRê ya Meksîkayê Dana Grabe Ladekê jî got:

“Îro zêdetirî 114 milyon kes hene ku bi darê zorê hatine derbiderkirin ku ji sedî 41ê wan zarok û ciwan in.”

Emel hilgira peyama zêdetirî 12 milyon koçber û penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye ku ji ber şer nikarin vegerin cih û warên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst