Elon Musk hesabê Trump ê Twitterê vekir

20-11-2022
RÛDAW
Nîşan Elon Musk Donald Trump Twitter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Elon Musk ê xwediyê nû yê platforma medyaya civakî Twitterê, hesabê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ê ku piştî serdegirtina Kongreyê ya di 6ê Çileya 2021ê de hatibû girtin, vekir.

Hesabê Serokê berê yê Amerîkayê Trump ê Twitterê piştî qedexeya bi qasî 2 salan vebû.

Piştî aktîfbûnê, hejmara şopînerên Trump bilez zêde bû û derket 52 milyonî. Trump heta niha tu parvekirin nekiriye.

Musk ji ser Twitterê di 18ê Mijdarê de bi pirsa "Gelo hesabê Trump divê bi paş de were dayîn?" ragpirsiyek da destpêkirin.

Musk encama rapirsiyê eşkere kir û ragihand ku ji sedî 52yê bikarhêneran dengê "erê" dan.

Musk peyama "Gel axivî. Trump dê bi paş de vegere." parve kir û îfadeya bi Latînî "Vox Populi, Vox Dei" ku tê wateua "Dengê gel, dengê Xweda" bikar anî.

Twitterê di 9ê Çileya 2021ê de piştî biserdegirtina Kongreyê ya di 6ê Çileya 2021ê de eşkere kiribû ku dê, hesabê Serokê berê yê Amerîkayê Trump bi awayekî mayînde rawestand.

Di daxuyaniya nivîskî ya ekîba ewlekariya Twitterê de wiha hatibû gotin, "Piştî ku me lêkolîn li ser peyamên dawîn ên Trump kirin û me lê nihêrî ku çawa bertek sitandin, ji ber rîska tûjkirina bêtir tundiyê me ev hesab bi awayekî mayînde rawestand."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst