Koçberên Kurd bazara Mînskê geş kirine

20-11-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Koçberên Kurd bazara Mînskê geş kirine
Koçberên Kurd bazara Mînskê geş kirine
Nîşan Koçberên Kurd Belarûs Mînsk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çûna Koçberên Kurd û Ereb bo Belarûsê bûye sedema vejandina kerta geştiyariyê li Mîniskê, bi taybet ew xwaringeh û kafeyên ku xwediyên wan Rojhilatî û Ereb in. Koçberên Kurd ku li Mînskê dimînin dibêjin bo şeveke hotelê 80-100 dolaran didin.

Paytexta Belarûsê Mînsk, bajereke geştuguzariyê nîne û Komara Belarûsê, tu car ji bo penaberan nebûye guzargeh jî. Ji ber  ku têketin û derketina ji wî welatî her tim di bin kontroleke zetxt de bûye.

Lê hatina koçberên Kurd, rewşa vî welatî guherandiye. Di aboriya Mînskê de zindîbûneke berbiçav diyar dibe. Sektora xizmetguzar bi taybetî taksî, hotel, kafeterya û restoran sûdeke mezin ji koçberên Kurd werdigrin.

Loqman, ji Hezroya Amedê ye û nêzî 20 sale ku li Mînskê xwedî dikaneke portiraşiyê ye. Çend Kurdên Bakûrê Kurdistanê jî li gel wî kar dikin.

Xwediyê dikana Barber Shop Loqman Hezro dibêje “Mirovên vê derê dipirisin, çima qey Kurdistan hewqas pir xerab e, şer heye ku Kurd tên vê derê. Li her sûkekî radizên radibin, cihekî piçek germ be xwe didin wê derê. Ez jî wek Kurdê li vê der şerm dikim, çima xelkê Kurdistanê dimeşe tên vê derê.”

Azad ji ber bêkariyê ji Amedê hatiye Belarûsê. Rojê, herî kêm 16 demjimêr kar dike. Ew bi bi tu awayî bawer nake, ku Kurdên Başûrê Kurdistanê ji ber şer, an jî, ji ber rewşa xirab ya aboriyê koç dikin.

Hosteyê portiraşiyê Azad Amedî  got “Çûndina ji vir bo Ewropayê 7-8 hezar dolar xerc dikin. Li vê derê xerc dikin. Li cihê raketinê, xwarinê, cil û bergan xerc dikin. Ev pere heye ku van mesrefan dikin. Eger nan tinebe şîv tinebe ev pere ji kuderê tê?”

Bi hatina koçberan re li hotelên Mînskê peydakirina cî bûye arîşe. Yên hene jî, nirxa wan pir giran bûne. Kafeterya û restoranên ereb û tirkan jî bûne  ciyên kombûna koçberên Kurd. Lewra xwarina wan, li gorî çêja devê koçberên Kurd in.

Zanyar xelkê Hewlêrê dibêje “Li taksiyê siwar bibe, eger bizanibe tu biyanî yî, yek kîlometre biçe 10-15 dolar werdigre. Karê kafeteryan baş bûye. Otel tije ne. Malbatek ji bo daîreyekî divê 80 dolar bide. Ev gune ye. Mesref giran e. xelkek li vê der 20 roj mehekî li vê derê bimîne 4-5 hezar dolar dixwe.”

Ta niha danûstana navbeyna rêvebirên Yekîtiya Ewrûpa û serokê Belarûsê ji bo peydakirina çareyek ji koçberan ne gihiştiye encamekî. Ji xwe tu hêviya çareseriyê jî nîne.

Di rewşeke weha de nayê zanîn, ka dirava koçberên kurd dê çend têrê bike ku bazara Mînskê hê jî germtir bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst