Çînê 28 “îslamîstên tundrew“ daliqandin

20-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li herêma Uygûran “Xinjiang“ hêzên ewlekariyê yên Çînê 28 kes îdam kirin. Ew bi êrişeke ser çavkaniyeke komirê dihatin tometbarkirin.

 

Hêzên ewlekariyê yên Çînê di daxuyaniyeke ragihand 28 kesên ku “terorîstên ku ji derve tên bikaranîn“ bi nav dikin hatine daliqandin. Rojnameya herêmî Xinjiang Daily“ ev yek piştrast kir.

 

Weke tê zanên li “Xinjiang“ pirranî uygûrên misilman dijîn.

 

Di 18ê Îlona 2015ê de kesên nenas êrişî madena komirê ya bi navê Aksu li herêma Xinjiang kiribûn. Di bûyerê de 16 kes hatibûn kuştin, di nav wan de 5 polîsên çînî jî, weke ku çavkaniyên fermî diyar dikin.

 

Heta niha bi fermî behsa êrişa ser çavkaniya komirê nedihate kirin.

 

Li gor rojnameyên fermî, 10.000 kesên ji neteweyên cuda piştî êrişê tevlî geryana li êrişkeran bibûn.

 

Ev biryar piştî wê yekê tê ku, Wezareta Derve ya Çînê beriya niha di daxuyaniyekê de ragihandibû, rêxistina DAIŞê, welatiyekî çînî li Rojhilata Navîn kuştiye.

 

Di daxuyaniyê de Wezareta Derve ya Çînê soz dabû, ku bikerên wê cinayetê bide destê dadweriyê (edaletê) û wan ceza bike.

 

Li herêma Uygûran “Xinjiang“ a li rojavayê Çînê ev bi salan e ku alozî di navbera xelkê herêmê yê misilman û çîniyên ku li herêmê bi cîh dibin derdikevin.

 

Çîn ji bo aloziyan, îslamîstên tundrew berpirsyar dibîne û wan weke terorîst bi nav dike.

 

Ji aliyê din ve parêzvanên mafên mirovan siyaseta dewleta Çînê û binpêkirina mafên uygûran weke sedema aloziyan dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst