Serokwezîra Îtalyayê ji hezkiriyê xwe veqetiya

Hewlêr (Rûdaw) - Axaftinên zayendperest ên Andrea Giambruno ku xoşewîstê Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî ye bûn rojev.

Li ser axaftinên ku bûne rojev, Serokwezîr Giorgia Melonî ragihand ku dawî li têkiliya ya bi Andrea Giambruno re anî ye.

Giorgia Melonî ya 46 salî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got:

“Têkiliya min a ku 10 sal in bi Andrea Giambruno (42) re berdewam dike bi dawî bû. Me bi hev re rojên xweş û bi zehmet derbas kir.

Ya herî girîng jî ji bo ku keça me Ginevra diyarî min kir ez spasiya wî dikim.

Demeke dirêje rêya me ji hev cuda bûye, niha jî dema qebûlkirinê ye.”

Andrea Giambrunoyê ku li ser kanaleke televîzyonê pêşkêşvaniyê dike, di bernameya xwe de axaftinên zayedperest û li dijî hempîşeyên xwe yên jin gotinên ne li rê kiribû.

Axaftinên wî li Îtalyayê rastî bertekan hat.

Giorgia Melonî di dawiya axafitna xwe de got:

“Kesên ku dixwazin min bi mala min lawaz bikin, bila baş bizanibin ku çi qas dilop hêvî dike kevir bihelîne, kevir wek kevir dimîne û diop jî tenê av e.”