Rêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed li Pekînê beşdarî Foruma Medyayî ya Cîhanî bû

20-10-2023
Nîşan Ako Mihemed Pekîn Foruma Hevkariya Medyayî ya Cîhanî Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, beşdarî merasîma vekirina Foruma Hevkariya Medyayî ya Cîhanî bû.

Sernivîskarê Rojnameya Gel a Çînê Yu Shanoling, Rêvebirê Navenda Projeya Kember û Rêyê Farûq Borê û wênegira navdar a Fansayî Jan Laima jî bi Ako Mihemed re beşdarî merasîmê bûn.

Foruma Hevkariya Medyayî ya Cîhanî 19ê Çiriya Pêşînê li Pekînê dest pê kir.

Ji çar aliyên cîhanê bi sedan ajansên medya û ragihandinê beşdarî forumê dibin.

Di forumê de li ser xebatên medyayê û Projeya Kember û Rêyê ya ku sala 2014an ji aliyê Serokkomarê Çînê Xi Jinping ve hatibû ragihandin dê gûftûgo werin kirin.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, di çarçoveya forumê de bi çend berpirsên dezgehên ragihandinê yên cîhanî re axivî.

Di nav van kesan de Tu Jinê Serokê Saziya Rojnameya Gel a Çînê ku rojnameya Partiya Komunîst a Çînê ye û vê forumê organîze dike jî heye.

Ako Mihemed bi Luis Enrico Gonzalez Acusta re jî axivî ku berpirsê ajansa nûçeyan a Amerîkaya Latîn e û navenda vê ajansê li Kubayê ye.

Berpirsê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Laosê Zunglur Duangsavan, herwiha Serokê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Îmaratê Mihemed Celal Reîsî jî di nav kesan kesan de bûn ku Ako Mihemed bi wan re hevdîtin kirin.

Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, xeyn ji van kesan bi gelek berpirsên ajansên medyayî yên cîhanî re jî axivî û wan li ser pêwendî û hevkariya di navbera Tora Medyayî ya Rûdawê û ajansên cîhanî de guftûgo kirin.

Rojnameya Gel a Çînê rojane 3 milyon nusxeyên kaxezî diweşîne û bi 12 zimanan jî bi awayê dîjîtal tê weşandin.

Li ser platformên medyaya civakî 280 mîlyon kes berhemên ve rojnameyê dibînin, 10 hezar xebatkarên wê hene û di navbera wê û Rûdawê de peymana hevkariyê heye.

Di forumê de, karbidestên Çînî li ser projeyên ku ew di çarçoveya Projeya Kember û Rêyê de li seranserê cîhanê dimeşînin agahî dan.

Karbidestên Çînî da zanîn, hemû nûçeyên ku dibêjin “Projeya Kember û Rêyê alikariyê nake û berovajiyê alîkariyê welatan deyndarî Çîne dike” nûçeyên sexte ne.

Li aliyê din, wan karbidestan gelek amar parve kirin ku ew amar destnîşan dikin dê ev proje bi sedhazaran derfetên kar dabîn bike û dê di navbera welatan de pireke bazirganiyê ava bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst