Siyamend Haco: Rejîm dixwaze destûra nû wek ya kevin be

20-10-2021
RÛDAW
Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco
Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco
Nîşan Siyamend Haco Cenev Rejîma Sûriyê Destûra Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştinên 6emîn xola civînên Komîteya Destûrî ya Sûriyê di nava vê holê de, bi serpereştiya Geir Pedersen, di nav vê holê de berdewam in. Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco bi tundî rexne li reşnivîsa pêşinyarên hikûmeta Sûriyê kir û dibêje “Rejîm dixwaze destûra nû wek ya kevn be û ti guhertin nebin û rengê rejîm û rêveberiya Sûriyê weke xwe bimîne.”

Siyamend Haco, Serokê Şepîla Azadî ya Kurdistanê û nûnerê Komîteya şêwirê, ku li Cenevê ye, ji Rûdawê re axivî.

Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco dibêje “Îro roja sêyemîn e, dê civaka sivîl reşpelek pêşkêş bike û li ser wê bê guftûgokirin, ew jî serweriya yasayî ye. Dîsa jî ez bawer dikim eger encamek jî jê dernê û li ser xalan jî li hev nekin, cara yekem e ku li Cenevê rejîm guftûgoyeke ciddî li ser destûra pêşerojê dike.”

Siyamend Haco bi tundî rexne li reşnivîsa pêşinyarên hikûmeta Sûriyê kir û got “Roja yekem cara pêşî rejîmê serweriya welat reşpelek pêşkêş kir ku reşpeleke gelek xirab bû, xuya dike ku rejîm dixwaze destûra nû wek ya kevn be û ti guhertin nebin û rengê rejîm û rêveberiya Sûriyê weke xwe bimîne.”

Derbarê reşnivîsa nûnerên opozisyona Sûriyê de, Haco got xalên erênî derbarê mafên Mirovan de hebûn û wiha berdewam kir “Roja dûyem rikberiyê reşpelek pêşkêş kir. Têgotin leşker û hêzên parastinê mafên mirovan biparêzin, ez bawer dikim ev tiştekî gelek baş e.”

Roja 18ê cotmehê, beriya destpêkirina civînên 6emîn xola komîteya Destûrî, herdu heserokên Komîteya bi beşdariya Geir Pedersen, şandiyê taybet yê Neteweyên Yekbûyî li ser ajandaya civînan lihev kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst