Lindsey Graham: Egera ‘çaresereke dîrokî’ bo kurdên Rojava heye

20-10-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Lindsey Graham Kurd Çarenivîsa Rojava Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Senatorê Komariyên Amerîkayê yê bi nav û deng, Lindsey Graham dibêje, “çaresereke dîrokî” ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê mumkin e.

Lindsey Graham di çavpêketinekê de li gel kanala Fox News a Amerîkî ragihand, ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axiviye û li ser bingeha wan axavtinan jî geşbîniyek li cem wî çêbûye, ku “çêdibe çareseriyek were bidestxistin ku li gor wê, asayişa Tirkiyê û Kurd jî garantîkirî be.”

Graham herwiha dibêje, ew di wê baweriyê de ye ku “Amerîka û hêzên Kurdî dikarin bi hev re projeyeke wan hebe ji bo nûjenkirina bîrên petrolê yên Sûriyê, bi awaykê ku dahata wê ji bo Kurdan be.”

Ew senatorê komariyan ê navdar ragihand: “Serok Trump pêzanîn heye bo wê tişta ku Kurd kiriye. Ew dixwaze piştrast be ku DAIŞ venagere. Pêşbînî dikim ku em di hevbeşiya li gel Kurd de li Rojhilata Navîn berdewam bin, ji bo ku em piştrast bin ku DAIŞ dubare dernakeve.”

Li aliyekê din, Serokê Komîteya Xizmetguzariyên Leşkerî ya Senatoya Amerîkayê, Jim Inhofe jî diyar kir, “Trump ji vê rastiyê têdigihe ku giring e hêza esmanî ya Amerîkayê li navçeyê bimîne.”

Inhofe herwiha got: “Pêwîst e Amerîka hêza xwe ya esmanî bihêle ji bo ku berdewam fişarê li DAIŞê bike, rê li Rûsya û Îranê di sûdwergirtina ji derfetan de bigire û hevbeşên me li ser erdê biparêze.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst