Wezîrê Karên Derve yê Bosna Hersekê: Armanca min a yekem û dawî endamtiya NATOyê ye

20-09-2023
RÛDAW
Wezîrê Karên Derve yê Bosna Hersekê Elmedîn Konakovîç
Wezîrê Karên Derve yê Bosna Hersekê Elmedîn Konakovîç
Nîşan Elmedîn Konakovîç Bosna Hersek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Bosna Hersekê Elmedîn Konakovîç diyar kir ku ew dixwazin li ser rêya welatê xwe ya ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê pîvanên bingehîn ên ku ji wan tê xwestin bi cih bînin.

Konakovîç got, "Eger ez bibijêrim, hedefa min a yekemîn û dawî dê NATO be."

Wezîrê Karên Derve yê Bosna Hersekê Elmedîn Konakovîç ji bo beşdariya civîna 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye.

Elmedîn Konakovîç bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da û behsa planên welatê xwe yên bo endamtiya Yekîtiya Ewropa û NATOyê, têkoşîna li dijî koçberên neyasayî û herwiha pêwendiyên ligel Îraq, Herêma Kurdistanê û Îranê kir.

Endamtiya Yekîtiya Ewropayê

Konakoviç bi bîr xist ku Yekîtiya Ewropayêyê (YE) di Kanûna Pêşîn a sala borî de Bosna Hersekê ji bo endamtiyê berbijêr kiribû û got:

“Ji bo welatê me serdemeke nû ye û divê em vê derfetê bi kar bînin.”

Herwiha Konakoviç diyar kir ku ji ber şerê li Ukraynayê polîtîkaya berfirehkirina YEyê guheriye û ew dixwazin 14 pîvanên bingehîn ên ku yekîtî ji wan dixwaze bi dest bixin û bi kêmanî bi YEyê re bibin xwedî bazarek hevpar.

Endamtiya NATOyê

Li ser endamtiya NATOyê jî Elmedîn Konakovîç got, “Eger ez bijartekê bikim, NATO dê bibe armanca min a yekem û dawî.

Ji ber ku ez difikirim ku ev ji bo Bosna Hersekê ji endametiya Yekîtiya Ewropayê girîngtir e.

Lêbelê hin pirsgirêkên me hene ji ber ku Sirbistan û beşekî Bosna Herekê ku bi navê Komara Sirbîstanê bi temamî li dijî endamtiya NATOyê ne.

Li Bosna Hersekê destûr û qanûnên me bixwe hene. Bi rastî em welatekî lihevhatinî ne. Divê em hemû Sirb, Boşnak û Xirvatan razî bikin.

Divê em qebûl bikin, eger em bixwazin tevlî NATOyê bibin divê her kes dengê xwe bide lê niha Sirb naxwazin tevlî NATOyê bibin.”

Wezîrê Karên Derve yê Bosna Hersekê Elmedîn Konakovîç diyar kir ku di dema şerê li Bosnayê de Komara Sirbistanê ji aliyê NATOyê ve hat bombebarankirin û ji ber Kosovayê li dijî endamtiya NATOyê derdikeve.

Nêzikatiya Rûsyayê

Li ser pirsa "Rûsya zextê li we dike ku hûn nebin endamê NATOyê?" Elmedîn Konakovîç wiha bersiv da:

“Rûsya li herêma me, li Bosna Hersekê xwedî bandoreke gelek mezin e.

Di beşeke serdema me ya siyasî de desthilata Komara Sirbistanê bi awayekî bi rejîma Pitin ve girêdayî bû.

Milorad Dodik çend hefte berê çûbû Moskovayê û madalyayên cuda diyarî Putin kiribû. Bi têkiliya xwe ya bi rejîma Putin re serbilind e.

Ev yek ji bo me hemûyan li Bosna Hersekê bû sedema gelek pirsgirêkan. Rûsya xwedî bandoreke mezin li ser Rojavayê Balkanan e.

Ev rewşeke dema ku Ewropî di xew de bûn. Bi baweriya min ne Bosna Hersek û ne jî welatên din ev 10 sal in tiştekî nekiriye”

Şerê Rûsya û Ukraynayê

Elmedîn Konakovîç bersiva pirsa êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê da û got, “Em bi temamî bi gelê Ukraynayê re ne ku welatê xwe diparêzin.”

Konakoviç diyar kir ku kesên nêzî Pûtîn ên li Bosna Hersekê "hewl didin bêalî bin" û wiha berdewam kir:

“Lê her kesê din bi tevahî bi Ukrayniyan re ne ji ber ku em dizanin êriş çi ye.

Min di şerê Bosna Hersekê de welatê xwe diparast. Ez di artêşa Bosnayê de leşker bûm. Ji ber vê yekê ez dizanim şer tê çi wateyê.

Di rastiyê de ev êrîş li ser xak û serweriya Ukraynayê ye.

Em bi tevahî li kêleka gelê Ukraynayê ne û bawer dikin ku ew dê axa xwe û gelê xwe biparêzin.”

 Planên li ser koçberiya ne yasayî

Yek ji pirsgirêkên ku Bosna pê re rû bi rû maye jî mijara koçberiya ne yasayî ye. Koçberên ji welatên Rojhilata Navîn, Bosnayê wek transît bikar tînin û paşê derbasî welatên din dibin.

Wezîrê Karên Derve yê Bosna û Hersekê Elmedîn Konakovîç ragihand ku welatê wî sîstema xwe ya ewlehiyê pêş de biriye û bi taybetî bi hevkariya welatên Ewropî re wan koçberiya ne yasayî kontrol kiriye.

Konakovîç diyar kir ku wan bi Xirvatistan û Sirbistanê re hevkariyeke baş ava kiriye û got:

“Çend sal berê rewş pir xerab bû. Hewqas mirov dihatin ku me nedikarî kontrol bikin.

Piştî vîrûsa koronayê me karî rewşê bixin bin kontrolê.

Lê dîsa jî gelek kes hene ku bi rêya Sirbistan, Bosna Hersek û Xirvatistanê vê rêyê bi kar tînin xwe bigihînin welatên rojava û Ewropayê.”

Têkiliyên bi Îranê re

Wezîrê Karên Derve yê Bosna û Hersekê Elmedîn Konakovîç bersiva pirseke derbarê têkiliyên bi Îranê re jî da û got:

“Di dema şerê welatê me de em ti carî alîkariya dost û birayên xwe yên li rojhilat ji bîr nakin. Ew bi me re bûn. Alîkariya me kirin.”

Di heman demê de wekî welatekî berendam ê ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê niha prensîbên Ewropayê hene ku divê em li gorî wan tevbigerin.

Me prensîb qebûl kirin û em siyaseta derve ya YEyê dişopînin.

Em ji sedî 100 bi YEyê re li hev dikin. Lewma divê em li ser siberoja Bosna Hersekê û gelê wê bifikirin.”

Li ser pirsa “Ew tê wateya wê yekê ku têkiliyên we bi Îranê re nemane?” Konakovîç wiha bersiv da:

“Têkiliyên me hene. Balyozxaneya me li Îranê heye.

Lê rastî ev e ku em bi van rêgezên Ewropî, bi hin daxuyaniyên hevpar ên li Strasbûrgê li gel Yekîtiya Ewropayê ne.

Lê ez dubare dikim, em tiştên ku we berê ji bo welatê min kirine, bi rastî teqdîr dikin.”

Têkiliyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re

Elmedîn Konakovîç li ser têkiliyên welatê xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re wiha axivî:

“Îraq ji Bosna Hersekê pir dûr e.

Em bi giranî li ser van pirsgirêkên karsaziyê disekinin lê pirsgirêkeke me ya demografiyê ya mezin heye.

Xelk ji Bosna Hersekê derdikeve. Em di warê koçberiyê de li cîhanê di rêza yekem de ne. Me gelek mirovên xwe winda kirin.

Mebesta me mezinkirina aboriyê û peydakirina kar e ji bo bazirganiyê bi hin welatan re û ji bo vê yekê jîngeheke çêtir ji gelê xwe re çêbikin.

Îraq bi rastî jî dûr e. Ti pirsgirêkên me bi wan re nîn in. Têkiliyên me hene, têkiliyên me yên dîplomatîk ên normal hene, lê di warên hevkariyên aborî, perwerdehî û hwd de têkiliyên me yên cidî nînin.

Lêbelê, em beşek ji qaîdeyên Yekîtiya Ewropî ne û wekî welatek berendam ji bo endamtiyê, divê em van rêgezan bicîh bînin.

Têkiliyên bi Amerîkayê re

Li ser têkiliyên bi Amerîkayê re jî Elmedîn Konakovîç got, “Amerîka hevkarê welatê me yê herî girîng e.

Ez Amerîkayê wekî hevkarê yekem ê Bosna Hersekê dibînim.

Berê gelek alîkariya me kirin. Wan şerekî dirêj ê ku çar salan li Bosna Hersekê berdewam kir rawestand.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst