Çiyagerên Kurdistanê hilkişiyan bilindahiyên Qefqasyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Federasyona Çiyageran a Kurdistanê hilkişiya ser lûtkeya Çiyayê Kazbegiyê ya Gurcistanê ku beşeke rêzeçiyayên Qefqasyayê ye.

Tîma Federasyona Çiyageran a Kurdistanê ji bo vê geştê ji 9 çiyagerên zana yên wek Dr. Enwer Elî Mihemed, Hêmin Emîn, Qasim Mistefa, Daryûş Nebî, Idrîs Walî, Mihemed Baban, Mihemed Çawşîn û Wehbî Mehdî pêk hatibû.

Çiyagerên Kurdistanê 14ê Îlonê piştî ku gihîştine bajarê Tiblîsê yê Gurcistanê, berê xwe daye gundê Kazbegiyê û li wir bêhna xwe berdan.

Wan piştre dest bi rêwîtiya xwe kir û di qonaxa yekem a hilkişînê de gihîştin Kampa Metoyê ya bilindahiya 3600 metreyî.

Çiyayê Kazbegiyê 5 hezar û 54 metreyan bilind e

Çiyagerên Kurdistanê bi ezmûna xwe di demeke kurt de gihîştin lûtkeya Çiyayê Kazbegiyê yê ku 5 hezar û 54 metreyan bilind e.

Serokê Navenda Çiyageriyê ya Soran Danyal Nebî ji Rûdawê re ragihand:

“Çiyagerên Kurdistanê serkeftineke din bi dest xist ku bi ezmûna xwe, ew gihîştin ser yek ji lûtkeyên herî bilind ên cîhanê ku lûtkeya Kazbegê ye.”

Kazbegî çiyayekî dijwar e û ji ber berfa zêde, qeşa û hewaya sar hilkişîna ser wê ne hêsan e.

Çiyager ji ber van sedeman ji Çiyayê Kazbegiyê re dibêjin Everesta Biçûk.