Zelenskiy: Rûsya bihayê çavkaniyên enerjiyê wekî çek bi kar tîne

20-09-2023
RÛDAW
Nîşan Zelenskiy Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy ragihand ku Rûsya çavkaniyên enerjiyê û bihayê xwarinê wekî çek li hemberî cîhanê bi kar tîne.

Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy di Lijneya Giştî ya 78emîn ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de avivî.

Volodimîr Zelenskiy têkildarî şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de daxuyanî da.

Zelenskiy bi bîr xist ku welatê wî ji çekên nukleerî berê hatiû paqijkirin û got:

“Diviyabû Rûsya di destpêka salên 1990î de ji nukleerî bihata paqijkirin. Dîrok vê yekê nîşanî me dide. Rûsya îro jî heq dike ji çekên nukleerî bê paqijkirin. Mafê terorîstan nîne bibin xwedî çekên nukleerî.”

"Rûsya bihayên xwarinê wekî çek bi kar tîne"

Zelenskiy diyar kir ku piştî destpêkirina şer, Rûsyayê benderên Ukraynayê yên li Deryaya Reş û Deryaya Azovê kontrol kirin û êrişî benderên li ser Çemê Tunayê kir û got:

“Rûsya bihayên xwarinê wekî çek bikar tîne. Ev bandorê li herêmên ji peravên Atlantîkê yên Afrîkayê heta Başûrê Rojhilatê Asyayê dike. Ev asta metirsiyê ye.

Rûsya, Înîsiyatîfa Genimê Deryaya Reş asteng dike lê em hewl didin ku îstikrara xwarinê biparêzî.  Ez hêvî dikim ku gelek ji we beşdarî vê pêvajoyê bibin. Me di benderên xwe re korîdoreke veguhestinê ya demkî vekir. Em hewl didin ku rêyên bejayî jî ji bo hinardekirina genim biparêzin.”

"Rûsya gefê li cîhanê dixwe"

Zelenskiy destnîşan kir ku Rûsya çavkaniyên enerjiyê wekî çek bi kar tîne û wiha pê de çû:

“Kremlîn ji bo lawazkirina serokên welat petrol û gaz wekî çek bi kar anîn. Niha metirsî mezintir bûye. Rûsya enerjiya nukleerî dike çek. Rûsya ne tenê teknolojiya xwe ya ne pêbawer ji bo avakirina santralên nukleerî belav dike, ew santralên elektrîkê yên welatên din jî vediguhere bombeyên qirêj.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst