Wezîrê Derve yê Amerîkayê debrarê keça Kurd Jîna Emînî de peyam da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bang li hikûmeta Îranê kir ku ji bo Jîna (Mehsa) Emînî, ku piştî desteserkirina polîsên Îranê jiyana xwe ji dest da, "dawî ji çewsandina sîstematîk a li ser jinan bîne".

Bertekên ji çar aliyên cîhanê li ser bûyera canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî ku roja 13ê Îlona 2022an ji aliyê polîsên Exlaqê yên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre bi awayekî jihişçûyî bo nexweşxaneyekê li Tehranê hatibû veguhastin û roja 16ê Îlonê piştî 3 rojan canê xwe ji dest dabû, dewam dikin.

Têkildarî mijara canjidestdana Jîna Emînî û xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îraê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken daxuyanî da.

Antony Blinken li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek bekav kir û ragihand, “Diviyab Mehsa (Jîna) Emînî îro sax ba. Lê li şûna wê, xelkên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê şîna mirina wî dikin. Em bang li hikûmeta Îranê dikin ku dawî li çewsandina sîstematîk a li ser jinan bîne û rê bide xwepêşandanên aştiyane.”

Bûyera canjidestdana Jîna Emînî

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba îsalmî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Kesên ku bi Jînayê re hatibûne desteserkirin ji medyayên Îranê re gotine, di dema veguhastina bo girtîgeha demkî ya polîs de, hêzên polîsa li Jînayê xistine, piştre li navenda polîs rewşa wê ya tendirustiyl xirab bûye û ew di demeke dereng de rakirine nexweşxaneyê.

Jîna Emînî roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma, û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, canê xwe ji dest da û duh di merasimeke girseyî de bi beşdariya hezaran welatiyên Kurd li Seqizê hat veşartin.

Bûyera ku li Tehranê bi serê Jîna Emînî de hat, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, herwiha li parçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya cîhanê deng veda û gelek bertek û nerazîbûn li pey xwe anîn.

Di 4 rojên bihorî de li bajarên Sine, Seqiz, Kamyaran, Dêhgolan, Dîwandere, Mihabad, Bokan û Şino yên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha li bajarên Tehran, Reşt, Îsfehan û hin cihên din ên Îranê jî li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan hatin lidarxistin.