Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Rûsyayê ragihand ku êrişeke çekdarî li Zanîngeha Perm çê bûye. Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî eşkere kir ku di êrişa çekdarî de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes birîndar bûne.
Li zanîngeha li bajarê Perm a Rûsyayê, îro, kesekî êrişî xwendekar û xelkê derdorê kir. Li gor zanyariyên ku ji aliyê zanîngehê ve hatine belavkirin, kesekî êrişkar li nav avahî û kampusa zanîngehê gule li derdora xwe reşandin.
Rêveberiya zanîngehê bi rêya torên civakî hişyarî da ku kesên li nav zanîngehê ku yan avahiyê bicî bihêlin an jî xwe di odeyekê de veşêrin û ti kes nekeve nav zanîngehê.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand, di encama wê êrişa çekdarî de li gor zanyariyên destpêkê, 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes birîndar bûne.
Herwiha li gor vîdyoyên ku li torên civakî belav bûne, xwendekar û kesên din ên di wê avahiya zanîngehê de, xwe ji paceyên avahiyê diavêjin xwarê.
reports of another school shooting in Russia; this time at Perm State University. Russian agencies say there are casualties. pic.twitter.com/jkeyGDLO05
— Mike Eckel (@Mike_Eckel) September 20, 2021
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse