Partiya Putîn di hilbijartinan de biserket; opozisyon nerazî ye

20-09-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Cudakirin û hejmartina dengan li Moskowê. Wêne: AFP
Cudakirin û hejmartina dengan li Moskowê. Wêne: AFP
Nîşan Rûsya Hilbijartinên Rûsyayê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Hilbijartinên Dûma ya Rûsyayê û parlamentoyên herêmî yên li wî welatî bi beşdariyeke kêm a xelkê hatin lidarxistin û li gor encamên destpêkê, partiya Rûsyaya Yekgirtî ya desthilatdar piraniya kursiyan bi dest xistiye, lê li gor hilbijartina bihorî, rêjeya deng û kursiyên wê kêmtir bûne.

Dengdana bo Dûmaya Rûsya û meclîsên herêmî, mîna rojên berê, di roja dawî an ku di sêyemîn rojê de jî, bêyî germûgurî birêveçû. Rêjeya beşdarîkirinê kêmekî ji 40% derbas kir.

Namzeda opozîsyonê, Alyona Popova pê bawer e ku encamên van hilbijartinan, ji pêş de diyare. Lewre, desthilat ji bo hilbijartineke dadwer tu merc nehîştiye.

Alyona Popova dibêje:“Em dijî siyaseta şîdet û zordariyê ya desthilatê ne. Ez weke namzed jî, dijî hemû yasayên zordariyê me. Ew yasa Federasyona Rûsyayê yên ku astengin li pêş hilbijartinên azad. Niha em bi rastî di mercên kampa komkirinê de têne hilbijatin.”

Li gorî daneyên fermî 245 çavdêrên biyanî, ku piraniya wan ji dewletên sovyeta berê ne, hilbijartinên Dûmayê şopandin.

Piraniya şarezayan tekez dikin ku ev hilbijartin, dê pêkhateya Dûmayê zêde neguhere. Tê bawerkirin, ku partiya Rûsyaya Yekgirtî, ku serokdewlet Vladîmîr Pûtîn ew damezrandiye, dê piraniya kursiyên Dûmayê bi dest ve bîne.

Oleg Buxovets, çavdêr, pisporê civakî ya navneteweyî dibêje: “Ez bi gumanim ku partiya desthilatê bikaribe piraniya Destûrî biparêze. Li Dûmayê, Dewletê, hemû kursî di nava ew fraksiyona çarîneya de bêne parvekirin. Bi nêrîna min, partiyên din nikakrin benda 5% derbas bikin. An ku li Dûmayê weke berê çar partî bimînin. ”

Dûmaya nû dê ta sala 2026an li ser kar be. Serdama serokatiya Vldîmîr Pûtîn jî sala 2024 temam dibe. Lewma jî divê partiya Rûsyaya Yekgirtî piraniya Destûrî, anku ji 450 kursiyan, herî kêm 306 kursiyan bi dest bîne, da ku Pûtîn bikaribe biryarê bide, ka ji bo serdemeke nû bibe namzed, an jî, da ku li ser desthilatê bimîne, stratejiyek din hilbijêre.

Lê belê weke ku Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan a Rûsyayê belav kiriye, ta niha %13 dengan hatine cudakirin û partiya Rûsyaya Yekgirtî ya desthilatdar, %40 dengan bi dest aniye.

Li gor daneyên destpêkê yên ku Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan a Rûsyayê belav kirine, partiya Komonîst nêzîkî %24 dengan û partiya Lîberal Demokrasî ya Rûsyayê jî derdora %9 dengan bi dest aniye.

Encamên destpêkê nîşan didin, ku partiya Rûsyaya Yekgirtî ya Vladimîr Pûtîn di hilbijartinan de serkeftî ye, lê li gor hilbijartina sala 2016an ku %54ê dengan bi dest xistibû, dengên wê kêm bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst