Komîsyona Yekîtiya Ewropayê derbarê McDonald'sê de biryara xwe da

20-09-2018
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Luksemburg McDonald's
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar da ku Luksemburgê ji bo McDonald'sa şirketa fastfoodê ya Amerîkayê di mijara bacê de mafên taybet (îmtiyaz) peyda nekirine.

 

Luksemburgê berî niha ji şirketên McDonald'sê bacê wernedigirt, lê di sala 2015an de lêpirsînê dest pê kir bê ka ev mûefiyet li gor rêgezên piştgiriya raya giştî ye ya YEyê ne an na. Komîsyona Yekîtiya Ewropayê daxuyand ku lêpirsîn kuta bû.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sepana bacê ya li Luksemburgê ji bo şirketa McDonald'sê îmtiyaza bacê nedaye û ev rewş li gor rêgezên piştgiriya raya giştî ya Yekîtiya Ewropayê ye.

 

Li welatên endamê Yekîtiya Ewropayê divê di pergala bacê de ji bo tu şirketan kara neheq nedin qezenckirin û divê rîkeberiya sektorê xerab nebe.

 

Kontrolkirina van karan jî karê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst