Kremlîn:Merkel pêşwazî li rêkevtina Moskow û Enqerê dike

Navenda Nûçeyan – Serokatiya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, ku di pêwnediyeke telefonî ya navbera Vladimir Putin û Angela Merkel de, Merkel pêşwazî li rêkevtina Moskow û Enqerê ya derbarê Idlibê de kiriye.

 

Koşka Kremlînê ragihand,Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê rêkevtina Rûsya û Tirkiyê de ya li ser aramkirina rewşa parêzgeha Idliba Sûriyê agahî dane Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel.

 

Di daxuyaniya Kremlinê de tê gotin,Vladimir Putin û Angela Merkel di peywendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê bi giştî gotûbêj kirine û ji aliyê xwe Putin derbarê rêkevtina Rûsya û Tirkiyê de ya li ser rewşa parêzgeha Idlibê de agahî dane Şêwirmenda Almanyayê.

 

Di heman daxuyanê de tê gotin, ku Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel pêşwazî li wê rekevtina Moskow û Enqerê ya ya derbarê Idlibê de kiriye û piştgiriya aramkirina rewşê li wê parêzgeha Sûriyê kiriye.

 

Tirkiyê û Rûsyayê roja 17ê Îlonê derbarê Idlibê re rêkevtinek kirin û li gorî rêkevtinê dê li wê parêzgeha navçeyên bêşer bihêne avakirin û çekên giran ji wan cihan werin derxistin.

 

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê rewşa Idlibê de heman rojê serdana bajarê Soçî yê Rûsyayê kiribû û bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiyabû.

 

Rêkevtina Moskow û Enqerê di demekê de hate kirin, ku hêzên hikûmeta Sûriyê ji mehê berî niha ve amadekariyên xwe kiribûn, ku êrişî parêzgeha Idlibê bike, ku niha di jêr kontrola komên çekdar ên radîkal de ye.