Agir li kampa penaberan ket

20-09-2016
RÛDAW
Nîşan Yûnanîstan Penaber Agir
A+ A-

Lîbsos (Rûdaw) – Li girava Lîssosê ya Yûnanîstanê agir bi kampa penaberan ket û 4 hezar penaber bê cîh man.

 

Peyamnêrê Rûdawê ji Yûnanîstanê ragihand, şeva borî li Kampa Moryayê ya li girava Lîpsosê agir girte kampa penaberan.

 

Peyemnêrê me ragihand ku heta niha sedema derketina agir nehatiye zanîn lê nêzîkê 4 hezar penaber bê cîh mane û naçar mane birevin.

 

Peyamnêrê me da zanîn di nav wan penaberan de kurd jî hene.

 

Ji aliyê din ve, penaberekî ji Kampa Moryayê ji Rûdawê re got, agir di encama xwepêşandana penaberan de derketiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst