Dibe ku Obama û Rohanî li hev bicivin

20-09-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 34 salan ji qutbûna têkiliyên di navbera Amerîka û Îran de, dibe ku di heftiya bê de Serokê Amerîka Barak Obama bi Serokomarê Îranê Hesen Rohanî re bicive.

Koşka Spî ya Amerîka ragihand, dibe ku Serokê Amerîka di heftiya bê de bi Serokomarê Îranê Hesesn Rohanî re li New Yorkê bicive.

Li gora nûçeya ajansa Reutersê, berdevkê Koşka Spî Cey Garnî di daxuyaniyekê de ragihand ku bi hatina Hesen Rohanî, gotara di navbera Îran û Rojava de hatiye guhartin, lewra dibe ku civînek di navebra Rohanî û Obama de were lidarxistin.

Garnî diyar kir ku Obama amade ye pirsa pêkanîna danûstandinên digel Îranê gotûbêj bie, lê divê Rohanî gotinên xwe li ser erdê bi cî bike.

Serokomarê Îranê Hesen Rohanî roja çarşema borî di hevpeyvîneke televizyoneke amerîkî de gotibû, Tehran bi tu awayekî çekên atomî pêş naxîne û tekez kir ku desthilara wî ya temam heye ku danûstandinê digel Amerîka û hevpeymanên wê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst