Elon Musk bersiv da Qadirov: 'Ma hûn ew qasî ehmeq in?’

Hewlêr (Rûdaw) – Elon Musk li ser angaştên ku wî Cybertruck daye Serokkomarê Çeçenistanê got, “Ma hûn ew qasî ehmeq in ku hûn bawer dikin?”

Serokkomarê Çeçenistanê Remezan Qadirov doçka danîbû ser Cybertruckê û gotibû ku xwediyê Teslayê Elon Musk ev Cybertruck diyarî wî kiriye.

Piştî van angaştan gelek kesan rexne li Musk girtin.

Rojnamegerekî Amerîkayê jî bi rêya hesabê xwe yê Xê Elon Musk rexne kir.

“Ma hûn ew qasî ehmeq in?”

Elon Musk jî bersiv da wî rojnamegerî û got:

“Bi rastî ma hûn ew qasî ehmeq in ku hûn bawer dikin min Cybertruck diyarî generalekî Rûs kiriye.”