Joe Biden: Trump bû sedema berdêlên giran

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Joe Biden got, “Trump bûye sedem ku Amerîka berdêlên giran bide.”

Kongreya Partiya Demokrat li bajarê Chicagoyê Amerîkayê tê kirin.

Joe Biden li kongereyê rexneyên giran li Donald Trump girtin û ji Kamala Harrisê re piştgirî xwest.

Xeze û Rojhilata Navîn

Biden di axaftina xwe de behsa rewşa li Xeze û Rojhilata Navîn kir û got.

“Ez dê xebatên xwe bidomînin da ku şerê li Xezeyê biqede, dîl vegerin mala xwe û li Rojhilata Navîn aştî û ewlehî hebe.”

Joe Biden diyar kir ku wî çend roj berê ji bo li Xezeyê agirbest were ragihandin peymanek pêşniyar kiriye.

Li hêla din, beriya kongreya Partiya Demokrat li Chicagoyê gelek xwenîşandan hebûn.

Serokê Amerîkayê li ser wan protestoyan got, “Mafê wan heye, ji her du aliyan gelek mirovên bêguneh mirin.”

Harris dê bibe pêşengek

Joe Biden destnîşan kir ku namzeda wan Kamala Harris di polîtîkaya derve de gelekî serkeftî ye û li pey çû:

“Harris dê bibe pêşengek ku lîderên cîhanê rêzê li bigirin çimkî niha wî wiha ye.

Dê bibe serokek û em hemû dê pê serbilind bin û dê mohra xwe li paşeroja Amerîkayê bixe.”

“Trump bû sedema berdêlên giran”

Biden berê tîrê xwe yê rexneyan da Donald Trump û got:

“Trump bûye sedem ku Amerîka berdêlên giran bide. Ew dibêjin qey Trump kî ye?

Tim û daîm berjewendiyên xwe li pêşiya yên Amerîkayê dîtine.”

Li Amerîkayê hilbijartinên serokatiyê dê 5ê Çiriya Paşîn bên kirin û Kamala Harris dê di kongreyê de namzediya xwe bi awayê fermî ragihîne.