Akar: Ji benderên Ukraynayê heta niha 656 hezar û 349 ton genim hate veguhestin

20-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku ji benderên Ukraynayê heta niha 656 hezar û 349 ton dexil û dan hate veguhestin û got ku ew pêşbinî dikin ku ev rêje hêj zêdetir bibe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres serdana Navenda Koordînasyonê ya li Stenbolê ji bo veguhestina dexil û dan hatiye avakirin kir.

Akar û Guterres piştî serdanê civîneke rojnamevanî saz kirin.

Hulusî Akar der barê keştiyên heta niha bi rê ketine de axivî û wiha got, "Ji 1ê Tebaxê heta niha 51 keştî bo sewqiyata dexl bi rê ketine, jê 27 keştî ji benderên Ukraynayê derketine û 24 keştî bo veguhestina dexl çûne berderên Ukraynayê."

Akar diyar kir ji benderên Ukraynayê heta niha 656 hezar û 349 ton dexil û dan hatine veguhestin û got ku ew texmîn dikin ku ev rêje dê hêj zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst