Kenya: Serokê hilbijartî li benda biryara dadgeha bilind e

20-08-2022
RÛDAW
Nîşan William Ruto Kenya Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - William Ruto yê 55 salî ku heta 15 saliya xwe pereyên wî yên kirîna cotek pêlav nebû, bi ser ketiyê hilbijartinên 9ê vê mehê yê serokatiya Kenyayê ye. William Ruto, Cîgirê Serokê Kenya bû, di dema kampanya hilbijartinan de xwe wek rizgarkerê gel û “alîgirê hejaran” bi nav dikir.

Berbijêrê Serokatiya Kenya William Ruto anî ziman, “Gelê Kenya hildibijêre. Ez dengê gel im, alîgirê hejara me. Deng bidin daku guhertin çêbibin û em hemû ji perîşaniyê rizgar bibin.”

Ruto nûnerê hejaran li hoza bê desthilat û paşguhxistî ya Clînjîn e, ew dibêje, ji bo bidestxistina desthilatê bi dest û tiliyên xwe şer kiriye, desthilatek ku nêzîka 60 salan ji hêla eşîrên bihêz û hêzdar ên Kenya ve hatiye birêve birin.

Raila Odinga ji bilî ku serokê opozîsyonê ye û xwedî ezmûneke siyasî ya çend salan e, li pişt wî yek ji çar eşîrên herî bihêz ên Kenyayê sekinî ne ku ew jî eşîra Lû ye. Çendîn car di kampanya hilbijartinan de hêza eşîr û navçeyê nîşan da.

Berbijêrê Serokatiya Kenya Raila Odinga got, “Ez ê silavê li hevrikên xwe bikim, çi ez bi serketiyê hilbijartinan bim an na, ji ber ez nûnertiya xwe nakim, ji bilî nûnertiya eşîra xwe, ez nûnertiya hemû Kenyayê dikim.”

Deng hatin cuda kirin û berevajî pêşbîniyên rapirsiyan, Ruto ku wek 'alîgirê hejaran' tê naskirin, bi nêzîka 4 milyon deng da pêşiya serkirdeyê oposizyonê lê berî qonaxa ragihandina serkeftiyê hilbijartinan, pirsgirêk û nakokî di navbera heft endamên komîsyona hilbijartinê de derketin.

Sê ji wan cudakirina dengan ne bi dilê wan bû, li beramber 4an red kirin. Şerê boks û bi bestika hev girtin li salona komîsyonê derket. Di dawî de serokê komisyonê dijî xwesteka 4 emdamên din encam ragihandin.

Serokê komisyona hilbijartinan Wafula Chebukati anî ziman, “Ez Wafula Chebukati, Serokê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê me, li vir radigihînim ku Ruto William, Ruto William serkeftiyê hilbijartinê ye û serokê hilbijartî yê Kenyayê ye.”

Biserketina Ruto bo Kenyayiyên eşîra Lû û yên bihêz ên din ên welat giran bû, daketin kolanan û bi şewitandina dikan û saziyan nerazîbûna xwe anîn ziman.

Alîgirên Ruto serkeftina kurê xwe yê hejar bi şahiyê anîn ziman. Ew nûneratiya zêdayî 4 milyon kesên birçî dikin. Nêzîkî milyonek û 500 hezar bêkar û zêdayî 4 milyon kesên tî ku ketine jêr bandora hişkesaliyê.

Ruto soza guhertinên siyasî û aborî daye Kenyayiyan. Ev yek jî bi kêmkirina bandora kompanyayên Çînî û pirrengkirina hevbeşên navdewletî. Kursiyê desthilatdariyê niha bi biryareke Dadgeha Bilind a Kenyayê ve girêdayî ye ku eger heye biryar bi guşara lobiyê di berjewendiya hozên bihêz û dewlemendan de bê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst