Fînland, Swêd û Tirkiye dê di 26ê Tebaxê de bicivin

20-08-2022
RÛDAW
Nîşan Fînland Tirkiye Swêd NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiye ya ku endambûna Fînland û Swêdê bo NATOyê qebûl û îmze kir dê yekemîn civîna xwe ya bi her du welatan re li Fînlandê li dar bixe.

Wezîrê Derve yê Fînlandê Pekka Haavisto ji televîzyona dewletê ya Swêdê SVT re ragihand ku yekemîn civîna hevdîtinên lihevhatina Swêd û Fînlandê bi Tirkiyê re dê li Fînlandê bê lidarxistin.

Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Fînlandê Tomi Nystrom jî diyar kir ku ew dixwazin civîna yekem di demeke kurt de bê lidarxistin û got, “Civîn dê di meha Tebaxê de li Fînlandê bê kirin.”

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Swêdê de hat ragihandin ku di 26ê Tebaxê de dê civîna yekemîn a vê mekanîzmayê bê lidarxistin.

Di Civîna Bilind a NATOyê ya ku di 28ê Hezîranê de li paytexta Spanyayê Madrîdê hat lidarxistin, di navbera Swêd û Fînland ên ku ji bo endamtiya NATOyê serlêdan kiribûn û Tirkiyê de ji bo fikarên Tirkiyeyê bên çareserkirin peymaneke sê alî hatibû îmzekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst