Hikûmeta Fransayê nûkirina mafê rûniştinê hêsan dike

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Fransayê hêsankariyeke nû kiriye û nûkirina mafê rûniştinê hêsan dike.

Berê divabû kesê ku daxwaza nûkirina mafê rûniştinê bikira, belgeya serîlêdanê (ango form û belgeya diravdanê) ji navnîşaneke dewletê re bişanda.

Eger ev yek nehatiba kirin, piştî bidawîbûna dema mayînê, dê mafên wî kesî nemana ku li ba kesekî xwedî mafê mayînê hene.

Ji niha û bi şûn de postkirina wan belgeyan hewce nake.

Mirov dikare belgeyan bi awayê online û bi rêya malpera Xizmetguzariyên Dewletê bişînin.

Biryar ji 15ê vê mehê pê ve hatiye bicihkirin.