Sînorên di navbera Fransa û Almanyayê de tên tundtirkirin

Dusseldof (Rûdaw) - Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê diyar kir ku dê di dema lîstikên Olîmpiyadê yên li Parîsê de, xalên kontrolê li ser sînorên Almanya û Fransayê werin danîn.

Ev jî ji bo garantîkirina wê yekê ye ku kesek ji Almanyayê bi dizî derbasî Fransayê nebe ku li wir karên terorîst an tevliheviyan çêneke.

Tê gotin ku lîstikên olîmpîk ji roja 26ê vê heyvê heta 11ê Tebaxê li Parîsê bidomin.

Tê çaverêkirin jî ku 16 milyon kes herin Parîsê û lîstikan bibînin.

Lewra jî wezaretên navxweyî yên Fransa û Almanyayê biryar daye ku di vê heyamê de ji bo kontrolkirina sînoran hevkariyeke zêdetir bi hev re bikin.