Çîroka serkeftinê ya yekem parêzerê Kurd ê li Fransayê:'Muxtarê Parîsê'

Duh li 04:51
Hêmin Ebdullah
Kameran Jikîkan \ Wêne: Rûdaw
Kameran Jikîkan \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Kameran Jikîkan Muxtarê Parîsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çîroka jiyana vî parêzerê Kurd li Fransayê zaf balkêş e. Ji beşdarbûna wî ya di Enstîtuya Kurdî ya li Parîsê de bigire heta beşdarbûna wî di bûyerên mezin ên siyasî û civakî yên Kurdan de li Fransayê.

Bi salan karên fermî yên Kurdan li Parîsê wî çareser kirine û li nava xelkê wekî “Muxtarê Parîsê tê naskirin.

Ew jî Kameran Jikîkan, tîma Diyasporayê di ziyareteke meydanî de çû buroya wî ya parêzeriyê li Parîsê û wî bi xwe çîroka xwe ya diyasporayê ji me re biland.

Parêzer û endamê damezrîner ê Enstîtuya Kurdî li Parîsê ye.

Kamêran Jikîkan behsa destpêka hatina xwe ya Fransayê dike û wiha dibêje:

“Ez 4ê meha 4an a sala 1982yan giham Fransayê. Piştî 2 salan ji azar û zehmetiyan li Sûriye û Libnanê, dema ez hatim Fransayê komeleyên Kurdî nebûn.

Mala Kurdan hebû. Ew jî di hefteyê de 2 rojan vekirî bû, çi bigire rojeke tenê ew jî roja şemiyê bû, piştî nîvroyê, çi bigire tenê şikeftek bû, wek jêrzemînekê bû.

Dema ku me ew dît, me got, ma em hatine Fransayê ku bikevin vê şikeftê?!”
“Ez ji eşîra Kîkan im”
Kameran Jikîkan behsa serberoua xwe dike û wiha berdewam dike:

“Navê min Kameran Jikîkan e, ez ji eşîra Kîkan im, lewra ji min re dibêjin Jikîkan. Malbata me bi navê Xelîlê Şiwêş bi navûdeng e. Bavê min begzadeyekî Kurd e û ji Kîkan bû.

Kîkan li piraniya navçeyan hene. Bavê min ji gundê Betûzê bû. 3 gundên me li Bakurê Kurdistanê hene û 6 gundên me li Rojavayê Kurdistanê jî hene.

Wekî her kesî gava ez hatim Fransayê, ez bi xatûneke Fransî re zewicîm û kurekî min jê heye û navê wî Kendal e. Temenê wî 30 sal e û xwe Kurd dibîne û dibêje ez ji êla Kîkan im.

Gava jê dipirsin Kîkan kî ne, êdî ew demjimêrekî ji wan re qala Kîkan dike… “

Kameran Jikîkan salên 1980yî de tê girtin û rastî şkenceyekê dibe di jêr şkenceyê biryara derketinê dide û wiha dibêje:

“ Min hemî xwendina xwe li Tirkiyê kuta kir. Di 11ê îlona 1980 de li ser leşkerîkirinê ez hatim girtin û wan ez pir êşandim û şkence li min kirin.

Min di dilê xwe de got, ‘eger Xwedê min sax bihêle û ji vir derxe soz be ez dê rasterast ji vî welatî bar bikim û li vir namînim û qet venagerim’ ev 42 sal in ez li Fransayê dijîm û li ser sonda xwe mame...”

Kameran Jikîkan behsa destpêka hatina xwe ya Parîsê kir û wiha got:

“Wê çaxê nêzî 15-20 kesan li vir hebûn û digotin, em Kurd in. Yek ji wan rehmetiyê Caferê Gulî bû, nûnerê Partiya Demokratê yê vir bû.

 Herwiha Kak Xesrew Ebdullahî bû, xwendekar bû û mamostetiya zimanê Kurdî-şêwezarê Kurmancî dikir.

Her wisa kak Kendal Nezan û Kak Ehmed Bamernî li vir bûn. Piraniya wan wefat kirine û rehma Xwedê li wan be.

Yekî din jî Ppêşmergeyekî kevn ê Kurdê Êzidî bû ji heyama rehmetiyê Mela Mistefa Barzanî û navê wî Temo bû, dengbêj bû jî û vêga li Kurdistanê ye û xizmeteke mezin kir.

Bi giştî em hindik bûn li vir, ango em 20-30 kesan bûn ên ku li vir digotin, em Kurd in’ û bi Kurdî dipeyivîn û kar dikirin. “

Damezirandina Enstîtûya Kurdî ya Parîsê

 Kameran Jikîkan behsa damezirandina Enstîtûya Kurdî ya Parîsê kir û wiha got:

“Wê çaxê li Fransayê dibe ku hin dîplomat û berpirsan zanîbû Kurd kî ne û çi ne, lê bi gelemperî şêniyên Fransayê nizanîbûn Kurd kî ne û çiqasî bindest in û neheqeî li wan hatiye kirin.

Pêşî ji bo me zaf dijwar bû lê paşê, piştî hevnasîna di navbera salên 1982-1984, birêz Daniel Mitterand bi rêya Kendal Nezan soz da me û paşê jî li ser soza wê, me Enstîtuya Kurdî li Parîsê damezrand.

 Ez yek ji damezrînerên wê me. Ji roja ku hat vekirin heta sala 2005an, min her roj lê kar dikir loma carinan ji min re dibêjin, muxtarê Parîsê’ Ev gotina wan carinan rast bû.

Ez ji Kurdên Fransayê re nola muxtar bûm çimkî min pêşwaziya Kurdên ku dihatin Fransayê dikir û herwisa min wergerî ji wan re dikir.

Min civat û konfernas pêk dianîn û her wiha min têkilî ji wan re çêdikirin.

Hin Kurdên ku dema koça dawî dikirin û kesî wan li vir nebû ez li wan xwedî derdiketim û min piraniya karên sosyalê ji wan re dikir.”

Xwendina hiqûqê li Parîsê

Kameran Jikîkan behsa xwendina xwe ya hiqûqê jî kir û wiha berdewam kir:

“Min sala 1983yan li vir dest bi xwendina hiqûqê kir û sala 1989 û 1990î de kuta kir.

Ez sala 1994an de di beşa qanûnê de bûm mamoste û sala 2005an bûm parêzer û min karê parêzeriyê kir.

Min karîbû berê jî parêzeriyê bikim lê ez ji sala 1984an ve karê yasayî dikim û heya îro û tim û dayim ez xizmetkarê doza Kurd bûm û dê her bibim.”

Dema ez ji Kurdistanê derketim 20 salî bûm, ez niha 65 salî me. Karê min ê rojane li Parîsê parêzerî ye, xelk min nas dikin û ez zaf navdar im û karê min jî zaf baş e.

Gelek ciwanên ku li vir fêrî parêzeriyê bûn niha ji xwe re karê parêzeriyê dikin.

Bi gelemperî navûdengiya parêzerên Kurd li Parîsê pir baş e û em nêzî 25 kesan karê parêzeriyê li Fransayê dikin.

Tev xwe wekî Kurd dibînin û kesên serbixwe ne û ji bilî ku em Kurdên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê ne, em Kurdên Fransayê ne û em vir jî wek parçeyekî Kurdistanê ji xwe re dihesibînin.”

Kameran Jikîkan behsa jiyana xwe dike û eşkere dike ku wî jiyana xwe ji bo xebata doza Kurdî terxan kiriye.

Li gorî gotina Kameran Kîkan ew peyayê doz û şoreşên Kurdî ye.

“Yekem parêzerê Kurd li Fransayê”

Kameran Jikîkan parêzeriyê jî wekî karekî Pêşmergayetiyê dibîne wiha berdewam dike:

Ez peyayê şoreşên Kurda me û xwe wekî piştevan, parêzer û xizmetkarê şoreşên Kurdî dibînim û tişta ku dê û bav û bapîrên min nedîtin, şikir ji Xwedê re ku min dît.

Ez her tim dibêjim ku yekem parêzerê Kurd li Fransayê peyayekî Pêşmerge bû ku seba bextewariya gelê xwe giyanê xwe danîbû pêşiya xwe, ew jî ez bûm. Li vir jî ez bi yasayê piştevaniya doza miletê xwe dikim û hîn jî Pêşmerge me, lê Pêşmergeyê qanûnê me.

Çavên Kurdên dîasporayê li Herêma Kurdistanê ye

Kameran Jikîkan ku zêdeyî 40 salan e li diyasporayê ji bo Kurdên li Fransayê jî gelekî bi hêvî ye.

Kameran Jikîkan behsa hêviyên xwe yên ji Fransayê û Herêma Kurdistanê kir û wiha berdewam kir:

“Divê mirov bêhêvî nebe. Kurdên li Fransayê dijîn xwe Kurd dihesibînin û her wisa hesteke wan a taybet ji bo Kurd û Kurdistanê heye.

Her roj di televîzyon û medyaya civakî de bi Kurdayetiyê mijûl in. Berê Kurdên Fransayê nemaze Kurdên Bakurê Kurdistanê girêdayî partiyên siyasî bûn lê vêga neteweyî ne.

Her wisa hebûna Enstîtuya Kurdî ya Parîsê jî fena zanîngehekê ye û tev xwe tê de dibînin.

Hin valahî hene û gelek hewldan hene ji bo ku komeleyên cihê cihê yên diyasporaya Kurdî li Fransayê bên çêkirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî piştgiriya wan heye û Kurd li vir jî dixwazin.

Hêviya min mezin e û çavê piraniya Kurdên diyasporaya Fransayê li ser Kurdên Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Em serkeftinê ji wan re dixwazin û herdem piştgiriya wan dikin.

Girîng e jî ku ciwanên me ji vir vegerin Kurdistanê û li zanîngehên wir bixwînin û çand, kevneşopî, hunera Kurdî û tewra siyaseta Kurdistanê jî baştir hîn bibin û paşê vegerin vir û xwendina xwe bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst