Fransa: Hîn jî hikûmeta nû nehatiye avakirin

Dusseldorf (Rûdaw) – Di ser hilbijartinên Fransayê re zêdeyî hefteyekê derbas bû lê belê heta niha hikûmet nehatiye avakirin.

Di şert û mercên normal de, divê piştî hilbijartinan serokê/a partiya serketî ji hêla serokkomar ve were erkdarkirin ji bo pêkanîna hikûmetê.

Niha li Fransayê koalîsyona çepên tundrew heye. Lê Serok Macron piştî hilbijartinan eşkere kir ku di van hilbijartinan de ti kes bi ser neket. Ango ne şert e ku rê bide ku çepên tundrew hewla pêkanîna hikûmetê bidin.

Vê yekê nezelaliyeke mezin çêkiriye, tewra ji bo Kurdan jî ne diyar e ka di paşerojê de Fransaya dosta Kurdan dê bibe xwediya hikûmeteke çawa.

Kesayetê akademîk û siyasî Dr. Aso Hesenzade li ser vê mijarê bû mêvanê Diyasporayê.

"Ti guhertinek çênebûye"

Li gorî gotina Dr. Aso Hesenzade hilbijartinên Fransayê guhertineke mezin li welat çênekirine û wiha got:

 "Vê carê kampanyaya hilbijartinê cihê bû û gelek tundrewî di kampanyayan de hebû."

Dr. Aso Hesenzade li ser hikûmeta niha û hikûmeta bê jî wiha axivî:

"Heya payîza bê hikûmeta demkî ya Fransayê berdewam dike. Pêkanîna hikûmeta nû dê karekî zaf dijwar be.

Ti partî bi tena serê xwe nikare hikûmetê pêk bîne, loma pêkanîna hikûmeta nû ya Fransayê ne hêsan e."

Dr. Aso Hesenzade eşkere kir ku yek ji sedemên derengketina pêkanîna hikûmeta dahatî jî ew e ku eniya çepan ne yekgirtî ye.