Dadgeha Destûrî ya Holendayê biryareke di berjewendiya koçberan de da

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji erkên Dadgeha Destûrî ya Holendayê kontrolkirina biryar û reftarên hikûmetê li wî welatî ye.

Dema hikûmet karekî nedestûrî û ne demokratîk bike, Dadgeha Destûrî biryarê li ser dide.

Herwiha şêwirê li hikûmetê dike ka çawa li gorî destûrê desthilatdariyê bike.

Niha vê dadgehê biryareke nû li ser Wezareta Koçberan a Holendayê daye.

Heya vêga, vê wezaretê doza penaxwazan li ser bingeha ka welatê ku jê hatiye di kîjan kategoriyê de ye, yekalî dikir.

Wekî mînak eger kesekî ji Başûrê Kurdistanê daxwaza mafê penaberiyê bikira, di piraniya rewşan de dihat redkirin.

Ji ber ku di kategoriya dewleta Holendayê de Kurdistan cihekî aram e.

Dadgeha Destûrî dibêje ev xelet e û divê ji niha bi şûn de rewşa her kesî û çîroka wî ya penaberiyê ji rewşa welatê wî/wê cuda bê nirxandin.

Ev biryar di demekê de ye ku bi saya hikûmeta nû ya rastgir a Holendayê, ev sê meh in hatina koçberan ji bo Holendayê kêmtir bûye.