Di hefteyekê de 956 koçber ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûn

20-07-2024
Hêmin Ebdullah
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Brîtanya Koçber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Di heyama 7 rojên borî de, 956 koçberan xwe ji Fransayê bi qeyikên biçûk bi rêya Kanala Îngilîz xwe gihandin Brîtanyayê.

Herwiha Brîtanya ji bo ku rê li ber qaçaxçitiya koçberan bigirin hêzeke nû ava dike.

Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê eşkere kir ku hefteya borî nêzî hezar koçberan xwe bi 17 qeyikan ji Fransayê gihandin aliyê din yê avê.

Berdevkekî wezaretê ku navê xwe eşkere nekiriye got, “Em dixwazin karekî bikin ku dawî li van derbasbûnên xofdar ên bi qeyikên biçûk were.”

Brîtanya hêzeke nû ava dike

Loma jî wekî berdevk anî ziman, hikûmeta nû ya Brîtanyayê biryar daye ku saziyeke nû bi navê “Fermandariya Ewlehiya Sînor” ava bike ku saziyên îstixbaratî û ewlehiyê yên Brîtanyayê ji bo parastina sînoran berhev bike.

Biryar e ku ev saziya navborî bi sedan efserên nû wergire û wan amade bike qene çawa ku hêzên dijterorê bi lez û bez kar dikin, wisa jî endamên ev hêza nû bigirin ser qaçaxçiyan.

Berdevkê wezaretê herwiha got, “Êdî destûr nayê dayîn ku ji qaçaxçîtiyê bi milyonan pound qezenc bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst