Nûçegihana Rûdawê li eniyên pêş ên şerê Ukraynayê ye; 2 demjimêran xwe ji droneke Rûsyayê veşartin

20-07-2023
Dilniya Rehman
Nûçegihana Rûdawê li eniyên pêş ên şerê Ukraynayê ye; 2 demjimêran xwe ji droneke Rûsyayê veşartin
Nûçegihana Rûdawê li eniyên pêş ên şerê Ukraynayê ye; 2 demjimêran xwe ji droneke Rûsyayê veşartin
Nîşan Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihana Rûdawê li Ukraynayê rûmala şer dike. Dilniya Rehman dikeve jûreke çavdêriyê ya hêzên Ukraynayê ku ji wê derê dronan difirînin û çavdêriya baregehên leşkerî yên Rûsyayê dikin. Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê dema li eniyên pêş ên şer bû firokeyeke bê firokevan a Rûsyayê li ser wê navçeyê firiya û wan nêzîkî 2 demjimêran xwe veşartin.

Efserekî pilebilind ê artêşa Ukraynayê ji Rûdawê re got, “Ev der, ew xala ye ku em dema avêtina hawanan diyar dikin, em li vir bi dronan çavdêriya pêgeh û tevgeran dikin û piştre em êrîşî ser pêgehên hêzên Rûsyayê dikin.”

Nûçegihana Rûdawê nêzîkî eniyên pêş ên şer dibe û diçe cihê ku fermana êrîşa berovajî lê tê dayîn. Fermandarekî hêzên Ukraynayê dibêje, ew bi hemû cureyên çekan, bi taybetî firokeyên bê firokevan û mûşekan şer dikin.

Fermandarekî pilebilind ê hêzên Ukraynayê Petrovîç got, “Beşeke serbazên me li xala sifir a şer in û em li vir piştevaniya wan dikin, em hawanên xwe li cihekê datînin ku pêgehên hêzên Rûsyayê bikin armanc,  her roj hejmara serbazên dijmin zêde dibe lê em berevaniyê dikin.”

Efserekî din ê artêşa Ukraynayê ku di sala 1985an de di nav hêzên Yekîtiya Sovyetê de bûye, 4 meh in li eniyên pêş ên şer hatiye erkdarkirin, ew dibêje ku şerê niha ji hemû şerên din cudatir e û teknolojiya nû û alavên leşkerî rêça şer diyar dikin.

Fermandeyê avêtina hawanan Mariopol anî ziman, “Rûsya beşeke serbazên xwe ji Baxmûtê şandinê vê herêmê, ez nizanim plana wan a siberojê çi ye lê ew niha gav bi gav li pey herêmên me yên lawaz digerin ku bikaribin bêhtir pêş ve bên.”

Nûçegihana Rûdawê nêzîkî eniyên pêş ên şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dibe. Şer berdewam e û firokeyên bê firokevan ên Rûsyayê bi berdewamî li ser wê herêmê difirin û bombebaran dikin, her liv û tevgereke leşkerên Ukraynayê yan jî tîma Rûdawê dê li eniyên pêş ên şer bibe armanca firokeyên bê firokevan ên Rûsyayê.

Ew herêm nîv demjimêrê ji herêma Baxmûtê û nav zikê şerê hêzên her du aliyan dûr e lê Rûsya dixwaze li herêma Donetskê zêdetir cihan bi dest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst