Selwan Momîka hewla şewitandina Quranê da

20-07-2023
RÛDAW
Selwan Momîka hewla şewitandina Quranê da
Selwan Momîka hewla şewitandina Quranê da
Nîşan Selwan Momîka Şewitandina Quranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Selwan Momîka yê ku bi eslê xwe Iraqî ye û li Swêdê dijî, li ber deriyê Balyozxaneya Iraqê ya Swêdê hewl da Quranê, alaya Iraqê û wêneyên Muqteda Sedr û Elî Xamineyî bişewitîne.

Selwan Momîka îro Pêncşemê piştî nîvro berî ku biçe pêş Balyozxaneya Iraqê ya Swêdê vîdeoyek li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir û got, “Ez dê piştî demjimêreke din li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê bim, alaya Iraqê, Quranê, wêneyên Muqteda Sedr û Xamineyî li ber avahiya balyozxaneyê bişewitînim. Li wir amade bin.”

Piştî weşandinê bi nîv saetekê vîdyoya 21 saniyeyî, ji rûpela wî hat jêbirin lê ne diyar e ku wî bi xwe ew jê biriye yan na.

Gelek kesên ji olên cuda di heman demê de li ber balyozxaneyê bûn, hinekan bi Momika re axivîn, hinekan jî gef li wî dixwarin û dixwestin Quranê neşewitîne.

Momîka piştî ku zêdetirî nîv saetekê li ber balyozxaneyê ma, sivikatî li Quranê û alaya Iraqê kir û bêyî ku wan bişewitîne ji wir çû.

Selwan Momîka li ber balyozxaneyê her wiha wêneyê Xwanas Wirya yê berî sê hefteyan li sûka Çemçemalê hat kuştin, bilind kir. Momîka diyar kir ku ew ji aliyê komên tundrew ve hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya ku Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihandibû, Xwanas Wirya ji ber nêrînên cudahiya olî hatiye kuştin. Selwan Momîka di parvekirine xwe ya li ser Facebookê de, Xwanas Wirya wek “sembola ramana azad” bi nav kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst