Şah Ebdullah û Joe Biden li Koşka Spî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Urdunê serdana Amerîkayê kir û li Koşka Spî li gel Joe Biden serokê wî welatî civiya.

Şah Ebdullah û Joe Biden di vê hevdîtinê de ku roja Duşemê 19ê Tîrmeha 2021 hat sazkirin, behsa pêwendiyên navbera Emman û Waşingtonê kirin, ku di dema serokatiya Donald Trump de ew pêwendî hinekî sar bibûn.

Di 22 salên desthilatdariya xwe de, serokên Amerîkayê, Şah Ebdulah wek kesekî miyanrew û Urdun wek hevpeymanekî bawerpêkirî yê welatê xwe dîtine, lê Trump di çar salên serokatiya xwe de, kêmtir ji berê giringî dida pêwendiyên navbera Waşington û Emmanê.

Di hevdîtinê de Şah Ebdullah spasiya Joe Biden kir, ji ber alîkariyên Amerîkayê yên bo Urdunê û bi taybet alîkariyên wî welatî yên ji bo rûbirûbûna vîrusa coronayê.

Şah Ebdullah got: “Birêz Serok, gelek spas bo vê dostatiya wek her car te nîşan da. Her wek te bi xwe jî amaje pê kir, çend deheyek beriya niha min şerefa wê yekê hebû ku li gel bavê xwe, ten as bikim. Lewra ev ji bo min gelek cihê kêfxweşiyê ye ku îro ez te di vê pêgehê de bibînim û spasiya te bikim bo vê dilovaniya ku te herdem bo min û welatê min nîşan daye.”

Derbarê pêwendiyên Urdun û Amerîkayê de jî Şahê Urdunê got: “Em herdem weke du hevbeşên bihêz bi hev re xuya dikin. Me, wek te jî got, gelek zehmetî li beşa xwe ya li cîhanê heye. Wiha bawerim gelek ji me li beşa xwe li cîhanê amade ne, li şûna Amerîkayê wê erkê werbigirin. Hûn herdem dikarin pişta xwe bi min û welatê min û hejmareke zêde ya hevkarên me girêbidin, ku em dikarin bi serkirdatiya te gelek tiştan bikin.”